Endama Akademiya Jineolojiyê: Dê nikaribin pêşiya zanista jinan bigirin

Endama Akademiya Jineolojiyê Rohilat Arîf diyar kir ku sîstemên deshilatdar dagirkeriyeke fikrî û pratîkî dimeşînin, lewma jinên pêşengên bîrdoziya azadiya jin hedef digirin. Rohilat da zanîn ku Jineolojî bûye rojeva Kongra Jinên Kedkar ên Cîhanê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan nîqaş hatin pêşxistin.

Endama Akademiya Jineolojiyê: Dê nikaribin pêşiya zanista jinan bigirin
25 cotmeh, 2022   00:45
QAMIŞLO

Endama Akademiya Jineolojiyê Rohilat Arif ku ji ajansa me re axivî, qetilkirina jinên pêşeng, Kongreya 3`yemîn a Jinên Kekdar ên Cîhanê ya li Tûnisê û girîngiya xebatên Jineolojiyê nirxandin. Rohilat got ku hêzên desthilatdar ji jinên pêşengiya bîrdoziya rizgariya jinan dikin ditirsin û zanista Jineolojiyê dikare guhertinekê di nav civakê de çêbike.

Rohilat Arif, bal kişand ser serhildanên bi pêşengtiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêl bi pêl berfireh dibin jî û ev tişt anîn ziman: “Ev serhildaneke bîrdozî û rapêrîneke jinan e. Ji ber wê veguherî şoreşa jinan. Jina Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê rejîma Molla ya Îranê ve hate qetilkirin bû çirûska vê şoreşê.”

'JI PÊŞENGÊN BÎRDOZIYA AZADIYA JINAN DITIRSIN'

Rohilat Arif di nirxandinên xwe de da zanîn ev çirûsk êdî li cîhanê jî belav dibe, dibe dengê gelan û wiha pê de çû: “Sîstemên desthiladar an wê werin guhertin, an jî bên hilweşandin. Em mînaka Îranê didin lê belê Tirkiye ji wê xirabtir e. Rewşa girtiyên di zindanan de ne kêmtirî yên li Îranê ye. Her ku diçe girtîgeh tijî dibin û mafên mirovan tên binpêkirin. Demokrasî, azadiya jinan di asta herî xirab de ye. Dagirkeriyeke bi fikir û pratîkî dimeşînin. Ew ji jinên pêşeng yên di bîrdoziya azadiya jinan de bi rola sereke radibin ditirsin. Ji bo wê jî êrişa li ser hevala me Nagîhan Akarsel hedefek fikirî bû. Ev rêbazên dagirkeran wê nikaribe li pêşiya zanista jinan, guhertin û veguhertinan re bibin asteng.”

KONGREYA JINAN A Lİ TÛNİSÊ GAVEKE GİRÎNG BÛ

Di navbera 4 û 9 Îlonê de li paytexta Tûnisê Tûnis Kongreya 3`yemîn a Jinên Kedkar ên Cîhanê hatibû lidarxistin û endamên Jineolojiyê jî beşdarî kongreyê bûbûn. Her wiha ji hemû welatan jin beşdarî wê kongreyê bûbûn û 6 rojan dewam kiribû.

Rohilat Arif, destnîşan kir ku ev kongre bi armanca naskirin, çareserkirina pirsgirêkan hatiye lidarxistin û wiha dewam kir: “Di kongreyê de hate diyarkirin ku pirsgirêkên hemû jinan yek in. Pirsgirêkên newekheviyê, hewldanên dûrxistina civakê, zewacandina zarokan û hewldanên pêşîgirtina azadiya jinan hatin nîqaşkirin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ev kongre gaveke girîng bû. Jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev li kongeryê bûn. Di heman demê de gelek atolyayên cuda hatin çêkirin. Me jî xebatên xwe yên çandî pêşkêş kirin. Naskirina jinan ji hev û din re, li cihekî wiha pir girîng bû. Her wiha ji bo naskirina pirsgirêkên cuda yên jinan ji bo me bû derfetek mezin. Ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan rêbazên cuda yên derketin holê.”

Kongreya Jinên Kekdar ên Cîhanê her 5 salan carekê li deverên cuda tê lidarxistin. Rohilat Arif da zanîn ku dibe ku di pêşerojê de li gorî şer û mercên herêmê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê lidarxistin û wiha pê de çû: “Jixwe ev pêşniyar di kongreyê de hat kirin, lê ji ber rewşa herêmê û êrişên heyî tu biryarek têkidlarî wê derneket. Piştî kongreyê û heta niha hin xebatên me yên perwerdeyê jî bi jinên Rojhilata Navîn re bi riya online tê meşandin. Em hin çalakiyên hevbeş jî bi pêş dixin.”

JINEOLOJÎ DIKARE DI NAVA CIVAKÊ DE GUHERTINAN ÇÊBIKE

Endama Akademiya Jineolojiyê Rohilat Arif, anî ziman ku dê xebatên wan bi awayekî xurtir berdewam bike û got: “Piştî kongreyê gelek kar hatin kirin û bi gelek partî, ciwan û rewşenbîran re gelek hevdîtin me çêkirin. Pêşniyarên me yên kongreyê wiha bûn; em ê çawa zanista rast zindî bikin, li koka xwe ya dîrokî vegerin, rola jinan di dîrokê de çi bû, jin dikare di vê demê de roleke çawa bilîze. Zanista Jineyolojî, zanistekî civakî ye û jin li derdora vê zanistê kom dibin. Zanista Jineyolojiyê dikare guhertinan di nav civakê de çêbike.”

(dg)

ANHA