Hiqûqnasan bang li Dadgeha Ceza kir: Hesab ji dewleta Tirk bipirsin

Hiqûqnasan bang li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî kir ku li ser sûcên wê yên li dijî gelê Kurd û sûcê bikaranîna çekên kîmyewî di şerê li dijî gerîla de, hesab ji dewleta Tirk bipirsin.

Hiqûqnasan bang li Dadgeha Ceza kir: Hesab ji dewleta Tirk bipirsin
24 cotmeh, 2022   12:35
 QAMIŞLO

Hiqûqnasên herêma Cizîrê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla yên bi piştgiriya PDK`ê, daxuyaniyek da raya giştî.

Endama Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê Selwa Silêman daxuyanî xwend. Bi dehan hiqûqnas û endamên Meclisa Edaleta Cviakî beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji dema ku wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar “Operasyona Pençe-Kîlît” li bakurê Iraqê ragihandiye, dewleta Tirk bi hemû cureyên çekan êriş dike. Di 4`ê Îlonê de, di bombebarana li dijî Qada Şehîd Bahoz û Qada Şehîd Fedakar a herêma Zapê çekên kîmyewî bi kar anîn. Bikaranîna gaza ku rengê wê spî, hat piştrastkirin.

Her wiha bi balafir, hewan û obîsan bi awayekî domdar êriş pêk anîn, di encamê de li wan herêman şewat derket. Piştî ku piştevaniya PDK`ê bi dest xist, dewleta Tirk 2 hezar û 476 caran çekên qedexekirî bi kar anîn.

 153 gerîlayên HPG`ê ku li hember êrişên dewleta Tirk bi baweriya serkefinê serî hilda, şehîd bûn.”

Hiqûqnasên herêma Cizîrê bang li sekreterê giştî yê NY`yê û aliyên têkildar kir ku li ser binpêkirinên dewleta Tirk û binpêkirina peymanên navneteweyî bisekinin û got: “Tiştê ku dike sûcê şer û sûcên dermirovî ne. Divê hemû aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan û NY van binpêkirinan rawestîne. Em bang li Dadgeha Ceza a Navneteweyî dikin ku li ser sûcên şer û sûcên dermirovî hesab ji dewleta Tirk bipirse.”