Însiyatîfa li dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan êrişên kîmyewî şermezar kirin

Însiyatîfa li dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan ji bo Ewlehî û Aştiyê, êrişên dagirkeriya Tirk û sûcên şer ên bi çekên kîmyewî yên li djiî gerîla, her wiha bêdengiya rêxistinên navneteweyî şermezar kir. Însiyatîfê bang li tevgerên jinan û hêzên demokratîk kir ku li hember van sûcan dengê xwe bilind bikin.

Însiyatîfa li dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan êrişên kîmyewî şermezar kirin
24 cotmeh, 2022   10:09
 NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa li dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan ji bo Ewlehî û Aştiyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li gorî Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî yên têkildar, aliyên herêmî yên berpirsyar, bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer û sûcekî dermirovahî ye.

Dagirkeriya Tirk ji 2021`an de operasyonên leşkerî yên berfireh û li herêma Kurdistanê-Iraq pêk tîne. Ji beriya demeke dirêj de di operasyonên xwe yên leşkerî de çekên kîmyewî li dijî gerîla û li djiî Kurdên li herêma Kurdistanê bi kar tîne. Ruxmî delîl û dîmenên ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve piştrast dikin jî, lê belê saziyên navneteweyî yên têkildar, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) heta vê kêliyê bê deng in.

Bikaranîna van çekan, depokirin û veguhastina wan di aliyê navneteweyî de hatiye qedexekirin. Bi taybet ji aliyê OPCW`ê ve. Tirkiye endameke wê rêxistinên ye, ji lew re neçar e ku şertên peymana navneteweyî ya qedexekirina çekên kîmyewî pêk bîne. Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî di peymana NY û lihevkirinên Cinêvê de jî qedexe ye.

Em li dijî hemû reng û cureyên şer, dagirkerî û qirkirina jinan û gelan in. Em êrişên dagirkeriya Tirk û sûcên şer ên bi çekên kîmyewî yên qedexekirî pêk tîne, şermezar dikin.

Em bang li dewletên têkildar dikin ku komîteyeke navneteweyî ya pispor û serbixwe ava bike û demildest dest bi lêpirsînkirina wan sûcên şer bikin, bersûcan eşkere bikin û wan darizînin.

Em bang li hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê jî dikin ku li hember sûcên bikaranîna çekên kîmyewî ji bêdengiya xwe derkevin, dewamkirina vê bêdengiyê nîşaneya hevkariya nepen a van sûcan e.

Em bang li tevgerên jinan, hêzên demokratîk û azadîxwaz dikin ku li hember van sûcan dengê xwe bilind bikin û li hember şer û dagirkeriyê helwesta xwe zelal bikin.”