​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk parên nan ên welatiyan didizin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku Girê Spî dagir kiriye, parên nan ên welatiyan didizin û 3 qatî zêdetir ji buhayê diyarkirî difiroşin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk parên nan ên welatiyan didizin
24 cotmeh, 2022   09:59
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyên xweceh, di demên dawîn de li navçeya Silûkê hêrseke mezin a gel li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker heye.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk parên nan ên welatiyan ji firneyan distînin û 3 qatî ji buhayê diyarkirî difiroşin.

Li gorî çavkaniyan; çete zarokan di diziya nan de bi kar tînin û her tûrekî bi 15 lîreyên Tirkiyê (5 hezar lîreyên Sûriyê) difiroşin. Li gorî buhayê hatiye diyarkirin, her tûrek bi hezar û 800 lîreyî ye.

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, rewşeke dijwar a aborî û çandiniyê heye. Cotkar nikarin madeyên sotemeniyê yên pêwîst ên ji bo xebitandina jenaratoran dabîn bikin, ji ber ku buhayê her bermîlekê 6 hezar lîre ye. Vê yekê bandoreke neyînî li sewaldariyê û aboriyê kir.

ANHA