​​​​​​​‛Dewleta Tirk herêmên dagirkirî dixe bin kontrola eniyekêʹ

Endamê Meclisa PYDʹê ya Helebê Welîd Bekir got: " Ger Heyet Tehrîr El Şam van herêman kontrol bike, dê hemû herêmên dagirkirî bikeve destê eniyekê. Bi wê re dê dewleta Tirk dikare di pêşerojê de dan û standinê bi hikumeta Şamê re bike."

​​​​​​​‛Dewleta Tirk herêmên dagirkirî dixe bin kontrola eniyekêʹ
24 cotmeh, 2022   04:45
HELEB-ARIF SILÊMAN

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî, bi erêkirina dewleta Tirk a dagirker û piştî reva çeteyên Cebhet El Şamiyê ber bi Ezazê yê dagirkirî ve, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) bajarê Efrînê yê dagirkirî kontrol kir.

Li ser vê mijarê endamê Meclisa Helebê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Welîd  Bekir ji ANHA’yê re axivî.

Welîd Bekir bal kişand ser armanca dewleta Tirk a dagirker a destwerdana li Sûriyê û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku komên îslamî bigihîne ser desthilata Sûriyê, şerê gelê Kurd bike û herêmê dagir bike.

Bekir diyar kir ku ji ber têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li dijî êriş û komployên dewleta Tirk a dagirker û parastina herêmê ji çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê, ji bilî kaxeza destekdayîna terorîstên Heyet Tehrîr El Şamê tu rê li pêş wê nemaye.

Bekir îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze li Sûriyê aştî û demokratîk hebe û got: "Ji ber vê yekê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî bi hemû hêza xwe hewl dide qada dagirkeriya xwe li Sûriyê fireh bike.ʹʹ

ʹBI ERÊKIRINA DEWLETA TIRK ÇETEYÊN HEYET TEHRÎR EL ŞAM KET EFRÎNʹ

Welîd Bekir bi bîr xist ku Heyet Tehrîr El Şamê berê bi hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re Idlib kontrol kir û got: "Dweleta Tirk a dagirker îro jî derfetê li pêş wê vedike da ku Efrîn û herêmên din ên dagirkirî kontrol bike."

Bekir wiha pê de çû: "Ger Heyet Tehrîr El Şam van herêman kontrol bike, dê hemû herêmên dagirkirî bikeve destê eniyekê. Bi wê re dê dewleta Tirk dikare di pêşerojê de dan û standinê bi hikumeta Şamê re bike."

Têkildarî aloziya li Sûriyê Bekir wiha got: " Ji ber destwerdana dewletên derve yên wekî Rûsya, Îran, Tirkiye, Amerîka û piranî dewletên Kendavê rewşa Sûriyê pir bi girêk e. Ev dewlet hewl didin sûdê ji geşedanên li bakurê Sûriyê bigirin û berjewendiyên xwe pêk bînin."

Bekir da zanîn ku divê hikumeta Şamê siyasetên xwe bigihere û wiha dom da axaftina xwe: "Hema demê divê civata navneteweyî ya ji bo berjewendiyên xwe dixebite siyseta xwe biguhere. Ji ber destwerdan û siyasetên wan ên şaşa temenê aloziya Sûriyê dirêj bû. Van dewletan tu çareserî ji aloziyê re nedîtin. Her dewletek dixwaze ajandeyên xwe li herêmê bi rê ve bibe.ʹʹ

‛ PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER ÇARESERÎ YE’

Endamê PYDʹê Welîd Bekir îşaret pê kir ku ji bilî qebûlkirina projeya Rêveberiya Xweser tu projeyên nûjen û demokratîk tune ne ku aloziya Sûriyê çareser bikin û got:

ʹʹRêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin kar dike.  Ev xebat bi hevgirtina tevahî pêkhateyên gel dewam dike. Çiqas zext li ser vê rêveberiyê hebin tu tawîzan li ser van destkeftiyan nade. Lê belê wê  xwe ji hikumeta Şamê yan jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker biparêze. Destê Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her kesî re vekirî ye û hewl dide ku lihevkirineke dawî û giştî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li ser esasê Sûriyeke demokratîk, pirrengî, nenavendî pêk were. Ji bilî qebûlkirina projeya Rêveberiya Xweser tu projeyên nûjen û demokratîk tune ne. Nabe Sûriyê bi hişmendiya berê an ku hişmendiya sîstema navendî were birêvebirin. Lê belê divê ji aliyê rêveberiyeke xweser ve were birêvebirin û hemû pêkhate bi hev re bijîn. Ji zêdetirî 10 salan ve gelê Sûriyê azaran dikişîne. Aloziya ku gelê Sûriyê tê re derbas dibe ne xema dewleta Tirk a dagirker e, ji ber ku dewleta Tirk her tim li berjewendiyên xwe digire. Îro jî bi Rûsya û hikumeta Şamê re bazaran li ser çeteyên xwe dike ku berê ew hembêz dikir û destek didayê. Ev li ser gel pir xeter e û bi kontrolkirina bakurê Sûriyê ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam ve wê Sûriyê krîzeke nû bijî.ʹ

Endamê Meclisa PYD’ê ya Helebê Welîd Bekir di dawiyê de got: "Divê gelê Sûriyê hevgirtî û yek be ku dgirkeriya Tirk û çeteyên wê ji xaka Sûriyê derxe."

(fr)

ANHA