Şêniyên Qamişloyê: Gerîla afrînerên hêvî û aştiyê ne

Şêniyên Qamişlo bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker tê bikoşin û li dijî sûcên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên qedexekirî bisekinin. Şêniyan got: "Gerîla afrînerên hêvî û aştiyê ne."

Şêniyên Qamişloyê: Gerîla afrînerên hêvî û aştiyê ne
24 cotmeh, 2022   01:40
QAMIŞLO - XALID ETÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji 17’ê Nîsanê û vir ve êrişên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê didomîne û êrişên xwe yên kîmyewî zêde kirine.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di 18’ê Cotmehê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dewleta Tirk 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anîne ku herî dawî di encamê de 17 gerîla şehîd bûn.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî van êrişan didin û ji bo şermezarkirina planên dagirkeriya Tirk ku bi “siyasetên qirkirinê” li dijî vîna gerîla wesifandin, dest çalakiyan kir.

/kr/uploads/files/2022/10/23/182129_-.webp

Der barê mijarê de, welatiyê bi navê Mihyedîn Hesen ê ji bajarê Qamişlo got: “Tenê şermezarkirina hovîtiya sûcên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî têrê nake. Ji bo rawestandina van sûcan, divê gel serî hilde, têkoşînê mezin bike û çalakiyan li dar bixe.”

Hesen destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk li hember qehremaniya gerîla têk çû, lewma çekên qedexekirî bi kar tine.

Hesen bêdengiya rêxistinên navneteweyî û mirovî li hember van êrişan şermezar kir û wiha domand: "Ev dewlet mirovbûyînê îdia dikin lê ew ji wê rastiyê dûr in."

Di dawiyê de Hesen got: "Bila dagirker baş bizane ku heya em sax bin em ê têkoşînê mezin bikin û ger gerîlayek jî şehîd bibe, wê bi sedan kes çekên wan hilgirin û tola wan hilînin.”

/kr/uploads/files/2022/10/23/182044_-.webp

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ebdurehman jî nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Em sûcên dermirovahî ku dewleta Tirk pêk tîne û bikaranîna çekên kîmyawî red dikin. Gerîla destkeftiyên gelê Kurd parastin, ew çêkerên aştî û azadiyê ne.”

Ebdurehman bal kişand ser piştgiriya gerîla û wiha pê de çû: “Divê em piştgiriya hêzên gerîla bidomînin. Em amade ne ji bo wan fedakariyê jî bikin ji ber ku ew rûmeta me ne.”

ANHA