​​​​​​​Serokeşîrên Reqayê xwestin hesab ji dewleta Tirk a çekên kîmyewî bi kar tîne were pirsîn

Serokeşîrên Reqayê bêdengiya navneteweyî ya li hember dewleta Tirk a dagirker a ku çekên kîmyewî li ser Başûrê Kurdistanê bi kar tîne şermezar kir û got: "Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn."

​​​​​​​Serokeşîrên Reqayê xwestin hesab ji dewleta Tirk a çekên kîmyewî bi kar tîne were pirsîn
24 cotmeh, 2022   03:15
REQA

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) sêşema borî nasnameyên 17 gerîlayên ku di mehên Îlon û Cotmehê borî de bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbûn, eşkere kirin.

/kr/uploads/files/2022/10/23/182720_-.webp

Rûspiyên eşîra El Elî, Remedan El Rehal nerazîbûn  nîşanî dewleta Tirk a ku çekên kîmyewî bi kar tîne, da û got: "Em vî kiryarên ne merd, bikaranîna çekên kîmyewî şermezar dikin û ji cîhanê re dibêjin çima hûn li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê û Iraqê  bêdeng in. Dema ku pirsgirêk di welatên me de derdikevin civata navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe destwerdanê dike û balafir û çekên giran dişîne, niha jî herêmên me yên Sûriye û Iraqê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên topbarankirin lê tu kes dengê xwe nake.”

El Rehal bertek nîşanî bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî hedefkirina gerîlayan bi çekên kîmyewî da û ev tişt got: "Li ser vî bingehê em xîtabî civata navneteweyî dikin; çima hûn li hemberî hedefkirina gerîlayan bi çekên kîmyewî bêdeng in? Mane ew ev çek qedexe kirine! Çima hûn çavê xwe li dewleta Tirk a dagirker a ku çekên kîmyewî li bakurê Iraqê bi kar tîne, digirin."

El Rehal ev li axaftina xwe zêde kir û got: “Gerîla yên ku gelê me diparêzin bi çekên kîmyewî tên hedefgirtin. Ma em ne welatiyên sûrî ne! Ma heta vê astê xwîna Kurd û Ereban ji dewleta Tirk a dagirker re hatiye helalkirin?”

El Rehal di dawiya axaftina xwe de bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û dewletên garantor kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê rawestînin. Her wiha got, li dijî dewleta Tirk divê gilî were kirin.

ʹHETA KENGÎ WÊ CIVATA NAVNETEWEYÎ LI HEMBERÎ ZÊDEGAVIYÊN DEWLETA TIRK BÊDENG BE?ʹ

/kr/uploads/files/2022/10/23/182649_-.webp

Her wiha rûspiyê eşîra El Mûsa El Dahir, Şêx Îbrahîm El Hadî destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji ber sûcên ku dike were muhasebekirin û wiha got: ʹʹÇima civata navneteweyî li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê û bakurê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî li ser Hêzên Parastina Gel ên ku gel û xaka xwe diparêzin, bêdeng e?"

El Hadî bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk û wiha dom da axaftina xwe: “Kanî rêxistinên navneteweyî yên qedexekirina çekên kîmyewî? Heta kengî dê Tirkiyê xetên sor derbas bike? Çima Tirkiyê li ser kiryarên xwe nayê cezakirin? Gelo heta vê astê mirov erzan bûye? Rojane sivîl an jî pêşengên ku gelê xwe diparêzin, bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Çima her kes bêdeng e? Xaka me dagir kirin çima ti kes êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk ranawestîne? Em gelekî aştîxwaz û sivîl in, dixwazin bi azadî û aramî bijîn.”

Di dawiya axaftina xwe de, El Hadî bang li Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî û saziyên eleqedar kir ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li binpêkirinên dewleta Tirk ên dijî dewletên derdorê bi cih bînin.

 (mh)

ANHA