ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-10-2022ʹYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-10-2022ʹYAN
23 cotmeh, 2022   23:00

- Ji bo bîranîna şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan), Meclisa Navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo semînerekê li hola Nivîsgeha PYDʹê dide, saet 10:00ʹan. Bi heman wesîleyê Sendîqeya Karkeran a Girkê Legê semînerekê organize dike. Her wiha li Navenda Çandê ya navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo semînerek li ser jiyana şehîd Bêrîtan tê pêşandan, saet 10:00ʹan. Li navçeya Til Temirê Kongra Star civînekê li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan li dar dixe, saet 10:00ʹan. Di heman çarçoveyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîmê bîranînê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan li dar dixe, saet 15:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civînekê li Xwaringeha Teyfûr a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Dêrik û Til Hemîsê meş tên lidarxistin, saet 11:00ʹan. Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê meşekê ji Qada Şehîd Egîd ber bi Qada Jina Azad ve li dar dixin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê panelekê li ser îslama siyasî û bandora wê li nasnameya nîştimanî li Akademiya Şehîd Şîlan a bajarê Kobanê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokeşîrên Reqayê bêdengiya navneteweyî ya li hember dewleta Tirk a dagirker a ku çekên kîmyewî li ser Başûrê Kurdistanê bi kar tîne şermezar kir û got: "Divê hesab ji dewleta Tirk bê pirsîn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Qamişlo bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker tê bikoşin û li dijî sûcên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên qedexekirî bisekinin. Şêniyan got: "Gerîla afrînerên hêvî û aştiyê ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rayedarên Katalonyayê diyar kir ku ew amade ne bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re têkiliyan pêş bixin. Her wiha bal kişandin ser pêwîstiya serdanên dualî û avêtina gavên pratîk ji bo pêkanîna biryara Katalonyayê ya naskirina Rêveberiya Xweser.

- Endamê Meclisa PYDʹê ya Helebê Welîd Bekir got: " Ger Heyet Tehrîr El Şam van herêman kontrol bike, dê hemû herêmên dagirkirî bikeve destê eniyekê. Bi wê re dê dewleta Tirk dikare di pêşerojê de dan û standinê bi hikumeta Şamê re bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongra Star amadekariya vekirina yekemîn akademiya hevbeş a perwerdeya fikrî ji bo jin û mêran li bajarê Hesekê dike. Armanc ji vekirina akademiyê danasîna sîstema komînal, jiyana hevbeş, pêşxistin û xurtkirina hişmendiya civakî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja sêyemîn de li Hola Zana ya bajarê Qamişlo dewam dike. Panelek bi sernavê "Li Rojava pirsgirêka xwendinê û çareserî" tê lidarxistin, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Weşanxaneya ʹʹNefertîtîʹʹ bi gelek pirtûkên bi mijarên kurdî û nirxandinên rêber Abdullah Ocalan beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navnteweyî ya li bajarê Binxazî yê Lîbyayê bû. Rêveberê weşanxeyê diyar kir ku pirtûkên rêber Abdullah Ocalan bala xwîneran kişandin.

ANHA