7 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyek ragihand heft kesên ku bi madeya terorê daxwaza girtina wan hebûn, hatin girtin.

7 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
23 cotmeh, 2022   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand, hêzên wan çar terorîst li herêma Kurdistanê girtine, 3 ji wan li Hewlêrê û yek jî li parêzgeha Silêmaniyê girtine.

Her wiha hat diyarkirin li Kerkûkê jî serçeteyek DAIŞ’ê ku bi navê Ebû Hemze dihat naskirin, hate girtin.

Di heman daxuyaniyê de hat gotin, hêzên wan şaneyek din a çeteyên DAIŞ’ê girtine ku çek û amêrên teqandinê li gel wan de hebûn.