Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de plan û çalakiyeke hûnerî

Di roja 2’emîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de panelek li ser saziya rewşenbîrî û rola wê di civakê de hat lidarxistin û stran hatin gotin.

Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de plan û çalakiyeke hûnerî
23 cotmeh, 2022   19:48
QAMIŞLO

Di roja 2’emîn a 6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de, dîwana “Maya Qutîlet” a helbestvan Ehmed El Yûsif ê ji Minbicê hat îmzekirin.

/ar/uploads/files/2022/10/23/191049_img_2067-28129.webp

Her wiha panelek bi navê “Saziya rewşenbîrî û rola wê di civakê de” hat lidarxistin. Panel ji aliyê nivîskar Ebdulmecîd Xelef ve hat birêvebirin. Di panelê de beşdaran mijara çawaniya pêşxistina civakê û rola rewşenbîr û saziyên rewşenbîrî di vê yekê de , her wiha girîngiya hebûna yekitiyên rewşenbîran ji bo pêşxistina çandê hatin nîqaşkirin.

Piştre, hunermend Alan Dirêî stran gotin.

Tê payîn ku çalakiyên pêşangehê heta 29’ê Cotmehê bidomin. Deriyê pêşangehê rojane ji saet 10:00’ê heta 20:00’ê vekirî ye.

 (mh)

ANHA