​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 39 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ji bo bîranîna 39 şehîdên di mehên Îlon û Cotmehê de şehîd bûne li Goristana Şehîdan merasîmek li dar xist.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 39 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 39 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 39 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 39 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 39 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 39 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 39 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 39 şehîdên mehên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn
22 cotmeh, 2022   15:02
TEBQA

Bi dehan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, leşker, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Tebqayê tev li merasîmê bûn.

/ar/uploads/files/2022/10/22/142134_yasr-alalys.webp

Di destpêka merasîmê de, şêniyan mûm li ber wêneyên şehîdên xwe vêxistin. Her wiha bavê şehîd Hanî El Elîs, Yasir El Elîs bi navê malbatên şehîdan axivî û got: “Em îro şehîdên xwe bi bîr tînin û di şexsê wan de exlaq, wefedarî û dayîn bi bîr tînin. Bîranîn, soza me ya berdewamkirina rêya wan e û parastina destkeftiyên wan e.”

El Elîs di dawiyê de got: “Di vê pêvajoyê de divê em kar, perwerde, pêşxistina fikr û parastina nixên civakê berdewam bikin da ku ev kar û xebatên me bi civakeke bihêz û di aliyên siyasî, aborî û exlaqî de giştî tacîdar bin.”

Di dawiya merasîmê de sînefizyonek têkildarî 39 şehîdan, cih û dîroka şehadeta wan hate pêşandan.

ANHA