Nivîsgeha Jinan a MSD`ê li Minbicê werşeyek li dar xist

Nivîsgeha Jinan a MSD`ê bi koordîneya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê werşeyek bi dirûşma “Girîngiya tevlêkirina jinan di siyasetê de” li nivîsgeha xwe li dar xist.

Nivîsgeha Jinan a MSD`ê li Minbicê werşeyek li dar xist
22 cotmeh, 2022   14:41
MINBIC

Nûnerên partiyan, endamên Meclisa Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), şaxê Idlib û gundewarê Babê, endamên saziyên taybet ên jinan, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, endama rêveberiya Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Zebiye El Nasir û endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Jiyan Mele Mehmûd tev li werşeyê bûn.

Di werşeyê de du mijarên sereke; girîngiya tevlêkirina jinan di siyasetê a stengiyê li pêşiya tevlêbûna wê di siyasetê de hatin nîqaşkirin.

Têkildarî mijara yekemîn endama rêveberiya Nivîsgeha Jinan a MSD`ê Zebiye El Nasir axivî û wateya tevlêkirina siyasî da nasandin.

Zebiye El Nasir daxuyand ku tevlêkirina jinan di girtina biryaran de, dihêle ku mafên xwe bi dest bixe û rolek di birêvebirina civakê de bilîze.

ASTENGIYÊN QANÛNÎ

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Jiyan Mele Mehmûd beşa duyemîn a werşeyê birêve bir û behsa astengiyên li pêşiya tevlêbûna jinan di siyasetê de derdikevin kir.

Jiyana Mele Mehmûd got: “Di destûrên dewletên ereb de, wekhevî di navbera mêr û jinan de tune ye. Dewletên ku peymanên navneteweyî îmze kirine jî, rêzê ji pabendiyên xwe re nagirin.”

Her wiha Jiyan Mele Mehmûd balkişand ser rêgezên neserxwebûna jinan û girêdana wê bi mêran kir û got: “Ev yek li pêşiya tevlêbûna wê û nûnertiya wê ya serbixwe astengî derdixe.”

Di dawiya werşeyê de beşdar li ser çend koman hatin dabeşkirin û berisva anketekê dan têkildarî rêbazên xurtkirina jinan di aliyê aborî de, rola wê di aliyê siyasî de û lidarxistina sermîneran li ser naskirina jinan bi mafên wan.

ANHA