​​​​​​​Saziyên birîndarên şer: OPCW û NATO dibin hevkarên dewleta Tirk

Birîndarên şer diyar kir ku OPCW û NATO bi bêdengiya xwe dibin hevkarên dewleta Tirk a dagirker ku çekên kîmyewî li dijî qadên gerîla bi kar tîne. Birîndarên şer piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlayan re nîşan da.

​​​​​​​Saziyên birîndarên şer: OPCW û NATO dibin hevkarên dewleta Tirk
22 cotmeh, 2022   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li hemberî dewleta Tirk a dagirker ku çekên kîmyewî li qadên gerîlayan bi kar tîne, zêde dibin.

MINBIC

Saziya Birîndarên Şer a Minbicê çalakiyek li dar xist. Çalakî ku li Goristana Şehîdên Minbicê li dar ket û endamê Saziya Birîndarên Şer Cewad El Umeyrî tê de daxuyanî xwend.

Cewad El Umeyarî bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û got ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirin û êrişên xwe li dijî gelan didomîne û bi hemû cureyên çekên kîmyewî yên qedexekirî gerîlayên HPGʹê dike armanc.

El Umeyarî da zanîn ku dewleta Tirk bi van binpêkirinan hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û got: "NATO û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) şîrîkên dewleta Tirk a dagirker di  sûcên wê yên li dijî gelên herêmê de ne. Gelek belge û delîl hene, piştrast dikin ku Tirkiyê van çekan bi kar tîne, lê cîhan dengê xwe nake."

Cewad El Umeyarî bang li hemû hêzên demokrat û hezkiriyên aştiyê kir ku piştgiriyê bidin gelên Kurdistanê û gerîlayên HPGʹê û sûcên li dijî wan têne kirin rawestînin.

TEBQA

Saziya Birîndaran a Tebqayê jî bi daxuyaniyekê dewleta Tirk a çekên kîmyewî li dijî çiyayên Kurdistanê bi kar tîne, şermezar kir.

Daxuyanî li Goristana Şehîdan ji aliyê endamê rêveber ê saziyê Dijwar Elî ve hat xwendin.

Dijwar Elî got: "Bi navê birîndarên şer ên bajarê Tebqayê em piştgiriyê didin berxwedana gerîla ya li Avaşîn, Zap û Heftanîn û gelemperiya çiyayên Kurdistanê û bi tundî sûcên dewleta Tirk şermezar dikin.

Dewleta Tirk di êrişên xwe yên dagirkirinê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîn. Her wiha bi dehan caran ev çek û çekên NATOʹyê li ber çavê cîhanê û bi desteka dûvikên wê yên hin hêzên kurdî yên xayîn li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîlayan bi kar anîn.

Careke din em binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û soz didin ku em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin hevreyên xwe yên gerîla yên ku bi xwîna xwe ya pak destanên lehengî û fedaîtiyê nivîsandin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ct8QDU88pyU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>