Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî rewşên jiyanî aloztir dibin

Ji ber bihabûna madeyan bi taybet sotemenî li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, rewşên jiyanî girêktir dibin. Nirxê bermîlê mazotê gihaştiye 800 hezar lîreyan û bermîla benzînê jî zêdetirî milyonek lîreyên Sûriyê ye.

Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî rewşên jiyanî aloztir dibin
22 cotmeh, 2022   13:14
HESEKÊ

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê pêk tîne ji dema ku Serêkaniyê di 9`ê Cotmeha 2019`an de dagir kiriye ve berdewam in ku pê şêniyên resen tengav dike.

Li gorî çavkaniyên taybet ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker welatiyên ku bi koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser re di nav têkiliyan de ne, direvîne. Her wiha piştî saet 20:00`an qedexeya derketina derve ferz kiriye.

Li gorî heman çavkaniyan, li rex wê jî bihabûneke zêde li bajêr çêbûye. Nirxê bermîlê mazotê digihêje 800 hezar lîre û bermîla benzînê jî bi zêdetirî milyonek lîre tê frotin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku şêniyên resen ên li bajarê dagirkirî mane, ji ber bêkariyê û bihabûnê nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin.

ANHA