​​​​​​​Meclisa Kongra Star a Şamê civîna xwe ya salane li dar xist

Meclisa Kongra Star a Şamê bi amadebûna 50 endaman civîna xwe ya salane li dar xist.

​​​​​​​Meclisa Kongra Star a Şamê civîna xwe ya salane li dar xist
​​​​​​​Meclisa Kongra Star a Şamê civîna xwe ya salane li dar xist
​​​​​​​Meclisa Kongra Star a Şamê civîna xwe ya salane li dar xist
22 cotmeh, 2022   11:20
ŞAM

Meclisa Kongra Star a Şamê bi amadebûna 50 deleqeyan civîna xwe ya salane li taxa Zorava ya Şamê li dar xist.

Berdevka Kongra Star a Şamê Mizgîn Ins di civînê de perspektîvên rêber Abdullah Ocalan xwendin. Piştre endama Kongra Star Newroz Xelîl jî rapora xebatên kongreyê, rewşa siyasî û rewşa xebatên jinan xwend.

Her wiha endama rêveber a meclisê Berçem Yûsif rewşa jinan û pirsgirêkên li pêşiya têkoşîna wan nirxandin.

Di civînê de beşdaran bal kişand ser têkoşîna rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan û ji bo çareserkirina pirsgirkên jinan pêşniyarên xwe anîn ziman. Beşdaran banga xurtkirina têkoşînê li jinan kir.

Civîn bi dirûşmên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî û azadiya jinan bi dawî bû.

ANHA