Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildan dewam dike

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike. Duh jî gel li gelek bajaran daket qadan û çalakî li dar xistin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildan dewam dike
22 cotmeh, 2022   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî qetilkirina Jîna Emînî bê navber dewam dike. Duh bi şev li bajarê Sine yê Rojhilat ciwanan li kolanan agir pêxistin û li taxên nav bajêr dirûşmên li dijî rejîma Îranê berz kirin.

Duh piştî nimêja înê li bajarê Zahîdan ê Îranê jî bi sedan kes meşiyan.

Êrişên hêzên rejîmê jî bê navber dewam dikin. Ji bo bidawîanîna serhildanê, hêzên rejîmê serî li hemû rêyan didin. Li gorî agahiyan duh herî kêm li Zahîdanê 57 kes hatin destgîrkirin. Ji destpêka serhildanê ve li Zahîdanê 93 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Duh bi şev dîsa li Zahîdanê komeke jin daketin qadan. Jin di nava kolanan re meşiyan û nerazîbûna xwe anî ziman.

Li paytext Tahran û bajarên Esfehan, Tewrêz, Şuşter û gelek bajarên din ên Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin, ciwanan li van bajaran agir pêxistin û dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kir.

Rêxistin û sendîkayên cuda êrişên hêzên Îranê yên li hemberî xwepêşandêran şermezar kirin. Navneda Nivîskarên Îranê bi daxuyaniyekê êrişên hêzên Îranê yên ser dibistanan şermezarkirin.

Encûmena Sendîkaya Pîşeyî ya Mamosteyan li dijî êrişên ser xwendekaran, bang li hemû mamostayan kir ku sibe û du sibe bikevin grevê û neçin ser kar.

Tê payîn îro jî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî werin lidarxistin.