Dîmenên nû yên bikaranîna çekên qedexekirî

Dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê bikaranîna çekên qedexekirî didomîne. Dîmenên nû bikaranîna bombeyên qedexekirî nîşan dide.

Dîmenên nû yên bikaranîna çekên qedexekirî
21 cotmeh, 2022   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

ANF’ê dîmenên nû weşandin kut ê de rastiya bombebarana bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker xuya dibe.

Dîmen li Girê Şehîd Pîrdogan ê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Metînayê hatiye kişandin. Artêşa Tirk ji 4'ê Tîrmehê û vir ve hewl dide li vê qadê serwer bibe. Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ew cih e ku hêzên PDK'ê di 27'ê Tebaxê de rê lê çêkir û tevî artêşa Tirk êrişî gerîla kir.

Berxwedana gerîla jî hîn dewam dike.