Rojnameyên erebî: Urdin nikare wekî berê bi dosyaya Sûriyê re bide û bistîne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa însiyatîfa Urdinê ya çareserkirina krîza Sûriyê, binketina parlamentoya Lubnanê di hilbijartina serokê welat de û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Urdin nikare wekî berê bi dosyaya Sûriyê re bide û bistîne
21 cotmeh, 2022   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‛URDIN ROLA EREBAN DI ÇARESERKIRINA KRÎZA SÛRIYÊ DE DIŞOPÎNE’

Li ser rewşa Sûriyê rojnameya El Ereb ev tişt nivîsî: "Hewlên Urdinê yên ji bo "desteka erebî ya giştî" ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, li hember gelek astengiyan e. Bi wê re serketina hewldanên Urdinê girêdayî razîkirina aliyên beşdarî xebata siyasî li Sûriyê bûne, ji wê zêdetir jî dewletên herêmê û dewletên mezin ên aktîf, lê ev yek niha nayê peydakirin.

Wezîrê karên derve yê Urdinê Eymen El Sefedî çarşemê bi rêya hevdîtina bi nûnerê NY’yê ya taybet bi Sûriyê Gier Pedersen re da zanîn divê "roleke erebî ya giştî" ji bo çareserkirina krîza Sûriyê" û "bidawîkirina rewşa karesatê" li vî welatî hebe.

Wezareta Karên Derve ya Urdinê di daxuyaniya xwe de got El Sefedî ji Pedersen re hûrgiliyên pêşniyara Urdinê pêşkêş kirin ku divê roleke ereban di kedên çareserkirina krîza Sûriyê de hebe; ji bo ku ewlehiya Sûriyê, îstîqrara wê û ewlehiya herêmê dabîn dike.

Şîrovekaran da zanîn hewlên Urdinê bi hêsanî pêk nayên, pêdiviya wê yekê bi zexteke navneteweyî ya mezin, razîkirina herêmê û razîkirina hundirê Sûriyê bi xwe ye ku ev yek pêk bê. Lê heta niha hewlên Urdinê tenê fikir û pêşniyar in û pêkanîna wan ne hêsan e."

‛SEROKATIYA LUBNANÊ; ‘BALGEYA SPÎ’ LI PÊŞ E’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Duh li parlamentoya Lubnanê ji bo hilbijartina serokekî ji welat re civîna sêyemîn a hilbijartina serokê 14’an ji komarê re, hate lidarxistin.

Ev civîn mîna her du civînên berê ji hêla "Hêzên 8’ê Adarê" ve bi rêya dengdayîna bi dengên spî (dengen vala) bi ser neket.

Dihat texmîn ku ev civîn jî temamkirina hejmarê ya bangên serokê Meclisa Nûneran Nebîh Berî ji bo hilbijartina serokekî nû ye.

Di vê civînê de ji 128 parlamentaran, 86 amade bûn û encamên dengdayînê wiha bûn; Mîşêl Muewed 42, dengên spî 55 û navên din 21 û 4 heb hatin betalkirin."

‛LÎBYA; MECLISA NÛNERAN Û MECLISA DEWLETÊ DEST BI DAN Û STANDINÊN NÛ KIR’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Aliyên Lîbyayî encamên dan û standinê yekser ku Mexribê ragihandine, dişopînin. Ev dan û standin di navbera Meclisa Nûneran û Meclisa Bilind a Dewletê de ne. Ew yek bi hewldana nakokiyên bigirêk ên têkildarî dosyaya erkên serweriyê û nuqteyên asê di destûrê de werin desteserkirin, pêk tên.

Serokê Meclisa Nûneran Eqîle Salih û serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El Muşrî berê li ser civînên xwe yên li Mexribê ranegihandine, lê endamên her du meclisan da zanîn ku ev yek li ser rêveçûna destûrê û xalên asê yên destûra hilbijartinên serokatî û parlamentoyê ne."