Hîndekarê Zanîngeha Şînşî ya Çînê: Cîhaneke pirserî pêş dikeve

Hîndekarê Zanîngeh Şînşî ya Çînê Sîvan Seîd, destnîşan kir ku hegemonyaya DYA’yê ji salên 2000’î ve paş dikeve, şerên serweriyê yên di navbera hêzên hegemon de kûr dibin û di encamê de jî cîhanek pirserî pêş dikeve.

Hîndekarê Zanîngeha Şînşî ya Çînê: Cîhaneke pirserî pêş dikeve
21 cotmeh, 2022   05:55
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, sîstema kapîtalîst a bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xwe wekî tekane serwera cîhanê îlan kir. DYA jî wekî împaratora cîhanî hat pênasekirin. Lê di pêvajoya derbasbûyî de eşkere bû ku rewş qet wekî wan dihesiband nîn e. Nexasim polîtîkayên DYA’yê di serî de li Afganîstan û Rojhilata Navîn li gelek deveran biser neketin. Projeya Mezin a Rojhilata Navîn biser neket. Hêzên ku bi wê re dikevin rikberiyê zêdetir pêş ketin. Bi taybetî jî Çinê hemû awir kişandin ser xwe. Dîsa bi aloziya Suriyeyê û herî dawî jî şerê Ukrayna re Rusya careke din di asta navnetewî de derket pêş.

Lewre DYA, Yekîtiya Ewropa ketin nava liv û tevgerê. Rêveberiya DYA’yê ya bi Serokatiya Joe Biden, di belgeya stratejiya xwe ya ewlekariya netewî de destnîşan kir ku xeteriya herî mezin a li dijî welatê wan Çîn û Rusya ne. Di belgeyê de li ser rikberiya bi Çînê re û pêdiviya kontrolkirina xeteriya Rusyayê hatibû rawestîn.

Di civîna NATO ku di navbera 28-30’ê Hezîrana 2022’yan li Madrîdê hatibû lidarxistin de jî Çîn û Rusya wekî “tehdît” hatibûn binavkirin. Dîsa Meclîsa Parlamenteran a Konseya Yekîtiya Ewropayê di civîna xwe ya 14’yê Cotmeha 2022’yan de Ruysa ji ber şerê li Ukrayna re wekî “rejîma terrorist” pênase kiribû.

Li hemberî DYA û NATO’yê Çîn û Rusya jî di warê aborî û leşkerî de gavan di avêjin, bi taybetî jî Çîn hewl dide ku li Rojhilata Navîn bandora xwe zêde bike.

Pisporên mijarê balê dikişînin ku ev rikberî wê hîn kûrtir bibe û bandora wan çêbibe.

STRATEJIYEKE NÛ

Hîndekarê Zanîngeha Şînşî ya Çînê Sîvan Seîd ku di zanistên siyasî de doktora (xwendina bilind) bi dest xistiye, têkildarî mijarê ji ANHA`yê re axivî.

Sîvan Seîd got: “Di destpêka salên 1990`î yên sedsala borî de, piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, serokê Amerîkayê yê wê demê George Bush ê mezin ragihand ku ew bûye mîrê cîhanê, NY rêzê digire, cîhan jî ketiye bin serdestiya sîstemeke cîhanî ya bi serkêşiya Amerîkayê û hevalbendên wê. Ew rewş ji ber nebûna hêza siyasî û leşkerî ya Çînê û têkçûna siyasî û leşkerî ya Rûsyayê piştî salên dirêj ên şerê sar di navbera aliyên rojhilat û rojava de bû. Lê belê di 2017`an de, di Konferansa Ewlekariya Navnetewî ya Munichê de, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku serdema yekserî bi dawî bû, ji niha û pê de dê li hember Amerîka û hevalbendên wê hebin, gelek seriyên wekî Rûsya, Çîn û Hindistanê hebin.

Stratejiya nû ya Washingtonê bi taybet piştî Covid-19, şerê Rûsya-Ukraynayê, êdî bi awayekî zelal, wekî aliyekê sereke yê şer  girîngiyê dide Çînê.”

Seîd texmîn dike ku Çîn xeteriya sereke ye ji bo Amerîka û wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Rûsya wekî Çînê ne xwedî aboriyeke xurt e. Xeteriya Rûsya yekser ne li ser Amerîkayê ye, zêdetir li ser Ewropayê ye. Ew jî ji aliyê dayîna gaz, petrol û xwarinê, bi taybet di mijara genim de ve çêdibe. Ji lew re, Amerîka wekî xeteriya mezin a di pêşeroja navîn û dûr de girîngiyê dide Çînê. Wekî ku Biden beriya sê rojan di belgeya ewlehiya neteweyî de got, Çîn di siberoja dûr de xeteriya sereke ya stratejîk e.”

Li gorî Seîd, Amerîka ji şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê û îhtîmala bikaranîna çekên nukleerî zêdetir, şerê aborî û şaristanî yê bi Çîn û piştre jî bi Hîndîstanê re wekî astengiya mezin dibîne.

CÎHANEKE PIR SERÎ

Têkildarî rola vî şerî di avakirina cîhaneke pir serî de û bandora wê li ser Washingtonê û hevalbendên wê, Hîndekarê Zanîngeha Şînşî Sîvan Seîd ev tişt anîn ziman: “Ji ber van guhertinên nû û derketina seriyên dijberî roajavayiyan, di rastiyê de yên dijberî NATO`yê, em dikarin bêjin ku hemû şerên xwecihî û herêmî bûne şerên wekaletê yên van qutban. Di wê baweriyê de me ku pêwendiya pirsgirêka Ukraynayê, aloziya Taywanê û xwepêşandanên li Îranê, bi şerê mezin ê di navbera van qutiban de heye. Tişta balkêş ew e ku Amerîka ji dema şerê Vîetnamê heta Efganistan û Iraqê, niha jî li Sûriyeyê nebûye xwedî tecrubeyeke serkeftî. Hegemonya Amerîkayê ji destpêka 2000`î ve hêdî hêdî paş dikeve.”

(cx)

ANHA