ʹRizgarkirina Reqayê ji bo gelên Rojhilata Navîn mîladeke nû bûʹ

Di pîrozbahiya salvegera 5ʹemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê de hate gotin, rizgarkirina Reqayê  ji bo gelên Rojhilata Navîn mîladeke nû ye û deriyên dîrokê li ber tevahî gelên azadîxwaz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn vekir.

ʹRizgarkirina Reqayê ji bo gelên Rojhilata Navîn mîladeke nû bûʹ
20 cotmeh, 2022   14:18
REQA

Pîrozbahiya salvegera 5ʹemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞʹê bi axaftinan de dewam dike.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl got: "Ji vê minbereya pîroz em hemû şehîdên lehengî yên ku bi saya wan bajarê me û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ û terorê hatin rizgarkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Ne ji wan bûya em nedigihiştin vê qonaxa çarenûsî û dîrokî."

Hêvîn Îsmaîl rizgarkirina Reqayê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, malbatên şehîdan, birîndarên şer û jinên ku li hemberî DAIŞʹê li ber xwe dane, silav kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Mîna vê rojê bajarê me hat rizgarkirin. Piştî 5 sal di ser rizgarkirinê re derbas bûn, me di hemû qadan de;  xizmetguzarî, fêrkirin, ewlehî û siyasî de gelek destkeftî bi dest xistin. Ewlehî pêk hat û rewşa debarê baş bû. Lê em dibînin ku gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser van destkeftiyan derfetê dide DAIŞʹê ku bi navên cûda vegere.  Dewleta Tirk piştevana sereke yê hemû komên terorîst e yên li Sûriyê kesên bê guneh qetil kirin û hîna jî qetil dikin."

ʹREQA PAYTEXTA JINA AZAD Eʹ

Hêvîn Îsmaîl di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku rizgarkirina Reqayê rê li pêşiya şêniyên ku ji malên xw koçber bûne, vekir da ku piştî azaran jiyaneke asayî bijî û got: "Bajarê Reqayê toza şer û bermahiyên çeteyan li ser xwe rakir û jinûve rabû û di rûpelên dîrokê de nivisîand ku teror têk bir.  Bajarê Reqayê wê bibe modela herî guncaw ya Sûriyeke demokratîk a nenavedî û bibe paytexta jina azad a ku di pêngava rizgarkirinê de pêşeng bû. Reqa wê bibe xaleke dîrokê ya veguherînê li Sûriyê û bi vê serkeftinê dê bandorê li ser astên herêmî û navneteweyî bike."

Hêvîn Îsamîl di dawiyê de ev bang kir "Li hemberî astengiyan divê em hevkar bin û ewlehiya ku bi saya QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî hatiye misogerkirin, biparêzin."

ʹHER BUHISTEK BI XWÎNA ŞEHÎDAN HATIYE RIZGARKIRINʹ

Bi navê QSDʹê, fermandar Mehmûd Qeremox salvegera rizgarkirina Reqa ji DAIŞ û hevkarên wî pîroz kir û wiha got: " Bi xwîna pak a şehîdên me her buhostek ji vê xakê hat rizgarkirin. Di dîroka 6ʹê Hezîrana 2017ʹan de bi hevgirtina me û desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî me dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê kir. Me rê li ber derbaskirina desteka leşkerî ji bo DAIŞ girt û bi hevgirtina eşîrên Ereb me di 20`ê Çotmeha 2017ʹan de rizgarkirina Reqayê ragihand."

Mehmûd Qeremox diyar kir ku rizgarkirina Reqayê mîlada mirovatiya Rojhilata Navîn a nû ye û roja xilasbûna ji terora DAIŞʹê ye û wiha got: "Reqa ji aliyê xelkê wê ve tê birêvebirin, niha ji tevahî Sûriyê re bûye cihekî ewle."

Mehmmûd Qeremox soza şopandina xeta şehîdan da.

ʹYPJʹÊ HAZIR BÛʹ

Bi navê YPJʹê fermandar Îman Mihemed got: "Bi rihê şehîdên azadiyê, bi rihê berxwedana Bêrîtan, Zîlan Avesta û Hebûn û bi rihê berxwedana rêberî demokrasiyê yê ku piştgiriyê dide têkoşîna jinan Abdullah Ocalan û hevalên di girtîgehan de, Reqa hat rizgarkirin.

Bi rizgarkirina vê qadê tarîtiya li ser gelê ku hêviya wî  bi pêkhateyên din, Kurd, Ereb, Asur, Suryan û Êzidî re bijî rabû."

Îman Mihemed bal kişand ser rola YPJʹê  û wiha domand: "Di salên dawî de YPJʹê bû mînak. Ji ber ku bi îradeya xwe aliyên lawaz û tirsê şikendan. YPJʹê di qada şer de rêveberî dikir, biryar dida û çek rakir û hêza DAIŞʹê têk bir. YPJʹê bi hemû rengê xwe yên manewî û leşkerî hazir bû. Layiq bû ku rûmeta rizgarkirina herêmê rake û navê wê bi serbilindî û rûmetî were parvekirin. Vaya îro li hemberî zehmetiyan têkoşîna xwe didomîne û herêmên rizgarkirî diparêze."

REQA BAJARÊ AŞTIYÊ YE

Şandeyê Amerîkayê yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger got: “Ji bo min serfiraziyeke mezin e ku ez îro di salvegera 5`an a Rizgarkirina Reqayê ji terora DAIŞ`ê de bi we re bim.”

Granger wiha domand: “Beriya 5 salan me bi hev re kar kir, rûpelên tarî qulibandin. Dema DAIŞ hat û Reqa kontro kir, hêzên biyanî hebûn ku li hemberê tê dikoşiyan û heta ev stad girtîgeha DAIŞ`ê bû.”

Granger ev li gotinên xwe zêde kir: “Dema Reqa rizgar bû, welatiyek hebû ji kêfan re digiriya. Di heman demê de xemginiyek hebû ji ber di oxira rizgarkirina bajêr de gelek şehîd bûn. Di nav vê xemginiyê de şadiyek û hêviyek hebû ku DAIŞ tune bibe. Îro Reqa bûye sembola hevgirtin û îradeya me ku dikarin hêviyê careke din vegerînin, pêşerojeke baştir amade bikin. Îro Reqa bûye bajarê aştiyê.”

Nicholas Granger wiha pê de çû: “Bi rêya hevkariya leşkerî ya domdar em hewl didin rê li pêşiya vegera DAIŞ`ê bigirin. Ji bo pêşxistina rewşa aborî û xebatên bigehîn li herêma rizgarkirî, DYA soz dide ku pêşerojeke baştir bê DAIŞ ava bike. QSD`ê şirîkê ku nehişt DAIŞ careke din derkeve.”

Granger di dawiyê de got: “Me beriya 5 salan soz da ku dema vê herêmê rizgar bikin, DYA û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî dê nehêlin DAIŞ û îdeolojiya wê ya kirêt careke din derkeve.”

ŞÊNIYÊN REQA JI BO AVAKIRINA JIYANEKE AZAD Û DEMOKRATÎK AMADE NE

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed jî axivî û got: “Bi vê boneyê, em gelê xwe yê Sûriyê û şêniyên Reqayê pîroz dikin. Hêvî dikin ku ev roj bibe vejîneke nû.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku di vê rojê de xebateke bêhempa tê kirin û gelê Reqa xwediyê vê xebatê ne û wiha berdewam kir: “Bi hêvî me ku em bi cidî kar bikin ji bo vî welatî, heta zordestî bi temamî ji holê radibe. Xeterî hîna heye, ji ber wê em ê bi hev re li hember terorê tê bikoşin. Li rex wê xebatên avakirina jiyaneke nû ya azad û demokratîk bimeşînin.”

`HIKUMETA ŞAMÊ HIŞT EM BIKEVIN DEVÊ MIROVÊN GUR`

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid wiha axivî: “Dema şoreşa Sûriyê dest pê kir, hikumeta Şamê hişt em bikevin devê mirovên gur ku ji her derê cîhanê bi desteka dewletên Astanayê; Tirkiyê, Îran û Rûsya hatin.”

El Ebid wiha axaftina xwe domand: “Ev erdnîgariya em li ser sekinîne, cihê zulmê bû. Îro jî bû mizgîniya azadiyê û bidawîkirina zulm û zordestiyê. Dema mirovên gur li ser serê me har bûn, wezîrê karên derve yê Sûriyê got, Reqa di ewlehiyê de ye û bajar radestî Erdogan û hevkarên wî kir.”

Piştre komên hunerî, berhemên xwe pêşkêş kirin. Mîna koma Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ku bi rêya şanoyekê, bikaranîna çekên kîmyawyî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û wêneyên 17 şehîdên di wê êrişê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne hildan.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan ên Reqa, Mala Gaziyan û endamên komîteya amadekar a şahiyê Meclisa Sivîl a Reqayê û Hevserokatiya Meclisê, ji aliyê Meclisa Sivîl a Reqayê û desteya serokatiya meclisê ve hatin xelatkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YplHa4x7vfM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>