​​​​​​​Çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve berdewam in

Meclisa Sivîl û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê, Dayikên Aştiyê û Meclisa Tenduristiyê ya Helebê komkujiya li dijî 17 gerîlayên li çiyayên Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin, şermezar kirin. Di vê komkujiyê de çekên kîmyewî û çekên di qada navneteweyî de qedexekirî hatin bikaranîn.

​​​​​​​Çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve berdewam in
​​​​​​​Çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve berdewam in
​​​​​​​Çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve berdewam in
20 cotmeh, 2022   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî û çekên qedexekirî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve di êrişên li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) de li çiyayên Kurdistanê, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê daxuyaniyek da ku yek ji rêveberên nivîsgehê Semîra El Heneş xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Dagirkeriya Tirk komkujiyeke din li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê pêk anî. Bû sedema şehîdxistina 17 gerîlayan ku bi lehengî ax û gelê xwe û gelên herêmê diparêzin. Ruxmî derfetên wan ên besît lê ji îradeya xwe hêza rastîn wergirt û li hember dagirkeriya Tirk û rêxistina wê ya terorîst DAIŞ li ber xwe dan û plana wê ya pêkanîna Mîsaqê Millî û vejandina osmaniyê têk bir.

Berxwedana leheng a gerîla dagirkerî tirsan û planên wê yên dagirkirin axa me têk bir. Ji ber wê fêm kir ku ew nikare bi hêsanî armancên xwe pêk bîne, ji ber wê berê xwe da rêbazên hovane careke bi rêya balafirên bêmirov ên biçek û çeteyên xwe û carekê bi rêya çekên kîmyawî yên qedexekirî şerê van lehengan kir.

Komkujiya hovane ya li dijî şoreşgerên Kurdistanê û gelê Kurd, maskeya derew a li ser rûyê dewleta Tirk a dagirker ku bi derewan qala aştiyê dike û her roj sûcan dike, derxist holê.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker piştrast dikin ku ew piştgiriya terorê dike, wêraniyê fînanse dike, ajanan bi çek dike û komployan çêdike da ku zirarê bighîne gelê Kurd û gelên herêmê û cîhanê bitirsîne, her wiha welatan binpê bike û fitne û nakokiyan derdixe da ku armanc û timayên xwe pêk bîne.

EM Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE BIDIN HETA KU EM WAN TÊK BIBIN

AKP'ê xwe dixapîne dema ku xeyal dike dê bi van rêbazên nazî berxwedana gelên azad têk bike yan jî projeya me ya demokratîk tune bike. Em ê sekna xwe û girêdana xwe bi axa xwe bidomînin û heta têkbirina dagirkeriyê em ê li ber xwe bidin.

Em ê li ser şopa wan bimeşin û bang li hemû şoreşgerên azad ên ku baweriya wan bi fikir û projeya demokratîk heye, dikin ku di van şert û mercên giran de ku Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de derbas dibe, bi dilekî û îradeyeke ji pola ku nayê şikandin bibin bersiv ji banga azadî, serbilindî, rûmet û erkên nîştimanî.

EM Ê LI SER VÊ AXÊ AZAD BIJÎN

Em ê li ser vê axê, li hemberî dijwarî û timayên dewleta Tirk a faşîst azad bijîn ku nikare vîna me û hêza me bişikîne. Em ê şopdarên rêya şehîd û felsefeya rêberê xwe Abdullah Ocalan bin, di vê mirovî li rex me be, rê li pêşiya komkujiyên domdar ên dewleta Tirk a dagirker bigire ku ji gelek serdeman ve li dijî kurdan û gelên herêmê pêk bîne."

Di heman çarçoveyê de Meclisa Sivîl a Tebqayê daxuyaniyek da ku hevseroka meclisê Medya El Mihemed xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em van êrişên hovane yên domdar ên dewleta Tirk li ser herêmên me yên ewle, bi tundî şermezar dikin, ku herî dawî 17 gerîlayan li çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyawî kir hedef.

Ev hemû li ber çavê Neteweyên Yekbûyî (NY), deste, komele û rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin, lê wan dengê xwe nekir û ti daxuyanî ji bo şermezarkirina vê kiryara hovane dernexist.

‛KEDA ŞEHÎDÊN ME VALA NAÇIN’

Em li ser şopa şehîdên xwe yên leheng in û dê berxwedana gerîla sembola azadiyê bimîne. Keda şehîdên me vala naçin. Em ê xakên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û projeya neteweya demokratîk ku fîlozof Abdullah Ocalan daniye pêk bînin.

Em  bang li hêzên navneteweyî yên îdia dikin ku piştgiriya aştiyê dikin, her wiha NY’yê û rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku rola xwe bilîzin û zextê li dewleta Tirk bikin ji bo êrişên xwe yên ketober li dijî gel bi dawî bikin.

HELEB

Dayikên Aştiyê û Meclisa Tenduristî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi du daxuyaniyên cuda êrişên bi çekên kîmyawî li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê şermezar kir. Daxuyaniya Dayîkên Aştiyê ji aliyê dayîka şehîd Alan, Remziye Salih ve li pêşiya meclisa malbatên şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd û û daxuyaniya Meclisa Tendursitiyê ji aliyê endamê rêvebera meclisa nexweşxaneyê CegerxwînMihemed ve li pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir li rojavayê taxê hatin xwendin.

Di daxuyaniyan de êrişa bi çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê pêk aniye û di encamê 17 gerîla şehîd bûne, hat şermezarkirin. Her wiha bagn li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku erkên xwe yên mirovî bînin cih.

Di daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hat kirin ku xwedî li hêzên xwe yên leşkerî derkevin da ku li hember êrişan û projeyên wêrankirinê yên li dijî gel û rêber Ocalan bibin bendeke asê.

Di dawiya daxuyaniyê de careke din bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê hat şermezarkirin û bang li wan hat kirin ku helwesteke cidî li hember wan sûcan nîşan bidin.

ANHA