Li Stenbolê 3 polîs hatin kuştin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di encama çalakiyên Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê de, 3 polîs hatin kuştin. Înîsiyatîfe ragihand ku çalakî ji bo bîranîn û tolhildana 17 gerîlayên di encama êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd bûne, hatine lidarxistin. 

Li Stenbolê 3 polîs hatin kuştin
20 cotmeh, 2022   10:31
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku li hemberî êrîşên çekên kîmyewî yên dijî gerîlayên azadiyê li Stenbol û Sakaryayê li hemberî polîsên dewleta Tirk û nokerên wan çalakî lidar xistine.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"18'ê Cotmehê li Stenbol-Gokturkê, yekîneyên me bi şev saet di 02.00’yan de li hemberî polîsên dewleta Tirk a faşîst ên dewriye digeriyan, bi teqemeniyan û çekên ferdî çalakî kirin. Di encama çalakiyê de xisareke mezin li wesayita polîsan bû. Ji polîsên Tirk ên di hundirê wesayitê de yek mir, 2 jî birîndar bû. Ev agahî bi çavkaniyên xwecihî hate piştrastkirin.

18'ê Cotmehê li Sakarya-Sapancayê 4 wesayitên luks ên AKP'iyan ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.

19'ê Cotmehê li Stenbol-Çatalcayê yekîneyên me ji du baskan ve li qereqola polîsan xistin. Destpêkê bi teqemeniyan li hewşa qereqolê li polîsan hate xistin û ji du baskan ve bi çekên ferdî lê hate reşandin. 2 polîs hatin cezakirin, 2 jî bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi rengekî ewle ji qadê çûn."

Di daxyyaniyê de hate ragihandin ku çalakî ji bo bîranîna 17 gerîlayên azadiyê û hilanîna tola wan hatine lidarxistin ku hate destnîşankirin ku wê hesabê şehîdan ji hikumeta dewleta Tirk a faşîst û hevalbendên wê qat bi qat bê pirsîn.