Beriya salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz bikin, êrişên li dijî gerîla şermezar kirin

Şêniyên Reqayê bi xwepêşdanekê êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla şermezar kirin û berê xwe dan Stada Beledî da ku salvegera 5’an a rizgarkirina Reqayê pîroz bikin.

Beriya salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz bikin, êrişên li dijî gerîla şermezar kirin
Beriya salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz bikin, êrişên li dijî gerîla şermezar kirin
Beriya salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz bikin, êrişên li dijî gerîla şermezar kirin
Beriya salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz bikin, êrişên li dijî gerîla şermezar kirin
Beriya salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz bikin, êrişên li dijî gerîla şermezar kirin
Beriya salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz bikin, êrişên li dijî gerîla şermezar kirin
Beriya salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz bikin, êrişên li dijî gerîla şermezar kirin
Beriya salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz bikin, êrişên li dijî gerîla şermezar kirin
20 cotmeh, 2022   10:05
REQA

Bi hezaran şêniyên Reqayê li qada Meclisa Giştî ya bajêr kom bûn û wêneyên 17 şehîdên gerîla ku vê dawiyê di êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, rakirin.

Ji bo ku balê bikişînin ser şerê qirkinê yê bi çekên kîmyewî yê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayan dimeşîne, bi dehan xwepêşdandêran cil û bergehên parastina ji çekên kîmyewî li xwe kirin.

Di xwepêşdanê de bênavber dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin û xwepêşandêr ber bi Stada Beledî ve çûn ku salvegera 5’an a rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê pîroz bikin.

Di pîrozbahiyê de bi hezaran şêniyên Reqa, şêx, rûspiyên eşîrên wê, şandeyên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyeke ji Koalîsyona Navneteweyî û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) beşdar bûn.

Pîrozbahî bi toraneke leşkerî ji hêla şervanên QSD’ê ve dest pê kir, dûre komîteya amadekar a pîrozbahiyê bixêrhatina beşdaran kir, spasiya şervanên QSD’ê kir û beşdar vexwend deqeyeke rêzgirtinê.

Tê payîn axaftin li ser navê Meclisa Leşkerî ya Reqa, Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Malbatên Şehîdan werin kirin.

(fr)

ANHA