QSD’ê salvegera 5’an a rizgarkirina Reqayê pîroz kir

Fermandariya Giştî ya QSD’ê salvegera 5’an a rizgarkirina Reqayê li tevahî şervanên xwe û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir, her wiha bal kişand ser xetereya paşguhkirina "hemleya têkbirina dawîn" a DAIŞ’ê û banga desteka ji bo ji nû ve avakirina herêmê kir.

QSD’ê salvegera 5’an a rizgarkirina Reqayê pîroz kir
20 cotmeh, 2022   08:39
NAVENCA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 5’an a ragihandina rizgarkirina Reqayê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSD’ê de wiha hate gotin: "Îro 20’ê Cotmehê, salvegera ragihandina rizgarkirina Reqayê ye ku rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst îdia dikir ku paytexta wê ye. Hêzên me serbilind in ku derfetên girîng û çarenûsî li ser asta têkoşîna li dijî terorê û rizgarkirina cîhanê ji hovîtiya wê peyda kir."

Daxuyaniya fermandariyê wiha dewam kir: "Bi vê boneyê di destpêkê de em şehîdên leheng ên ji tevahî pêkhate û herêman, her wiha şehîdên enternasyonalîst bi bîr tînin ku ne ji fedakariya wan bûya, ev serkeftina mezin li dijî rêxistina terorîst a cîhanê bi dest nediket. Em li hemû şervanên xwe ku bi leheng beşdarî tevahî operasyonên ji bo pêkanîna vê serkeftinê bûne, silav dikin; ji operasyonên li Til Hemîs, Til Brak, Ceza, Hol, başûr û rojavayê Hesekê, Minbic, Tebqa, Şehba, Kobanê bigire heta bi tevahî hemleyên leşkerî yên lehengên me bi xurtî pêk anîne ku Reqa rizgar kir. Li kêleka wê wefadariya gelê Reqayê ku hîna desteka stratejîk a ji bo ewlehî, îstîqrarê û qedexeya vegera terorê didin, pîroz dikin. Di heman demê de em spasiya hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên hevkar dikin ku desteka hemleya rizgarkirinê heta dawiyê daye."

‛GAVÊN GIRÎNG KU ÇARENÛSA HERÊMÊ Û ŞÊNIYÊN WÊ DIYAR KIRIN’

Fermandariya Giştî ya QSD’ê wiha lê zêde kir: "DAIŞ’ê bajarê Reqayê ji bo destpêkriina êrişên xwe yên terorane yên barbar li Sûriyê, Iraq û cîhanê pêk anî. Dîmenên hovane yên serjêkirin, firtona jinan li sûkên Reqayê, kiryarên îşkencekirinê û îxaneta li dijî şêniyên herêmê bi destê rêxistina teror, çandina mayinan, teqandina dibistanan, avahî û mûzexaneyan ku parçeyekî bingehîn ji binpêkirinên wan ên tirsandin û terorê bûn, eşkere bûn.

Hemleya rizgarkirina Reqayê derfeteke mezin da ku girîngiyê bidin kedên ji bo têkbirina DAIŞ’ê, qedexekirina berbelavbûna wê û sînordarkirina xetereyên wê li ser cîhanê. Rêxistina terorîst di merheleya xeternak a berfirehkirina kiryarên xwe yên terorî de bû û asta kontrola wê ber bi dewlet, herêmên din ên li cîhanê ve bû. Bi wê re xeteriyeke mezin çêdikir ku ne pêkan bû ew were têkbirin, ger hêzên me biryareke lez û cesaret di 2017’an de ji bo têkbirina wê nedaba. Ji lew re biryara rizgarkirian Reqayê gaveke girîng ji bo diyarkirina çarenûsa herêmê, şêniyên wê bû, her wiha zemîneke guncaw ji bo danîna plan û pêkanîna wê li ser asta navneteweyî bû ku ev rêxistin were bidawîkirin."

ÇARESERIYA BINGEHÎN

Di dewama daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya QSD`ê pesna hewldanên şêniyên Reqayê û beşdariya ‎wan di rizgarkirina bajêr de da û hate diyarkirin: “Xebatên jinûve avakirinê yên binesaziyê û civakî li Reqayê ji ‎destkeftiyên sereke bûn ku hişt piştî salên tarîtiyê jiyan dîsa vegere bajêr. Sebra şêniyên Reqayê û yên ‎Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hêzên me ji bo têkbirina tarîtiyê û vegerandina jiyanê bûn hevkar, pîroz ‎e.”‎

Fermandariyê her wiha di salvegera 5`emîn a rizgarkirina Reqayê de bal kişand ser girîngiya dîtina ‎çareseriyeke bingehîn ji bo girtîngehên çeteyên DAIŞ`ê û kampên ku malbatên wan lê dimînin û got: ‎‎“Em carek din bi bîra civaka navneteweyî dixin ku girîng e bi awayekî cidî beşdarî qonaxa duyemîn a ‎hemleya tunekirina bi temamî ya rêxistina terorîst. Her wiha em li ser paşguhkirina bangawaziyên em ‎yên dîtina çareseriyeke bingehîn ji doza kampên malbatên çeteyan re û girtîgehan re, hişyariyê didin û ‎car din bang li civaka navneteweyî dikin ku piştevaniya têrker bidin xebatên jinûve avakirina herêmê û ‎sererastkirina tiştê ku di şerê li dijî terorê de xirab bûye.”‎

QSD’ê careke din tekez kir ku ew ji bo parastina herêma Reqayê her tim amade ne û dê ‎Ii hember hemû “hêzên terorê” û dagirkeriyê û di serî de DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Her ‎wiha soz da gel ku deskeftiyên wan biparêzin û nehêlin tu aliyên din dest bidin aramî û ewlehiya ‎herêmê.‎

Her wiha piştrast kir ku dê Reqa bi hemû herêmên xwe parçeyekî sereke ji herêmên Rêveberiya ‎Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryiê bimîne û dê hemû aliyên xêra herêmê û gelê wê naxwazin, nikaribin ‎xwe bigihînin Reqayê.‎

Femandariya Giştî ya QSD`ê wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: “Em careke din salvegera 5`emîn a ‎rizgarkirina Reqayê li şervanên xwe û gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Reqayê bi taybet pîroz ‎dikin. Em tekez dikin ku derbaskirina hemû astengiyan bi yekitiya gelê me û redkirina parçebûnê, ‎girêdana gelê me bi nirx û destkeftiyên ku di salên dirêj ên têkoşîna hêzên me û saziyên me û gelê me ‎de pêk hatine, pêkan e.”‎