Artêşa Tirk gundên Şehbayê topbaran dike

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêx Îsa û Samûqa û bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê topbaran dikn. Di heman demê de balafireke bêmirov a biçek li ser Til Rifetê digere.

Artêşa Tirk gundên Şehbayê topbaran dike
20 cotmeh, 2022   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêx Îsa û Samûqa û bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê topbaran dikin. Heta niha zêdetirî 50 guleyan li wan gundan ketine.

Di heman demê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Til Rifetê digere.

(fr)

ANHA