​​​​​​​Li Silêmaniyê teqîn-HATE NÛKIRIN

Li taxa Elî Nacî ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê wesayîtek teqiya. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.

​​​​​​​Li Silêmaniyê teqîn-HATE NÛKIRIN
20 cotmeh, 2022   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, li taxa Elî Nacî ya Silêmaniyê beriya çend kêliyan wesayîtek ji cureyê “Toyota” teqiyaye.

Hate ragihandin ku di encama teînê de 3 kes birîndar bûne.

Li gorî medya Iraq û Başûrê Kurdistanê, teqîn li nêzî baregehek dewleta Tirk bû, lê heta niha hêzên ewlehiyê li ser bûyerê ti agahî nedane.

(cx)