64 şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê 64 şehîdên ku li cih û salên cuda di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk de şehîd bûne, bi bîr anîn û tekez kir ku ew ê heta gihaştina civaka azad û demokratîk şopadarên rêya şehîdan bin.

64 şehîdên azadiyê hatin bibîranîn
19 cotmeh, 2022   12:04
 QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo îro ji bo 64 şehîdên “Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)” ên di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de li cih û di salên cuda de di berisvdayîna êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne, merasima biranînê li dar xist. Merasim li Hola Siyahî ya li bakurê navçeyê hat lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan û rêwîtiya wan a têkoşînê hat pêşandan, her wiha nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der bare şehîdan de hatin guhdarîkirin.

Di merasima bîranînê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Selma Xelîl wiha axivî: “Di cenga azadiyê de xwîna ciwanên me yên Kurd, Ereb û Suryan tevlîhev bû.”

Selma bal kişand ser armancên dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser xaka Kurdistanê û got: “Dewletên mêtînger û di serî de dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan hewl dide projeya demokratîk a li herêmê têk bibe. Ji bo wê jî da ku gelên bi fikrê demokratîk bawer kirine qir bike, piştgirî da çeteyên DAIŞ`ê.”

Selma Xelîl soza şopandina rêya şehîdên azadiyê nû kir û got: “Em amade ne çekê rakin û rêya azadiyê ya zorkên me dest pê kiriye dewam bikin.”

Di dawiya merasimê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

ANHA