Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê êrişên kîmyewî şermezar kirin

Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê ku di tê de 17 gerîla şehîd bûn, şermezar kirin û banga cezakirina dewleta Tirk a dagirker kir.

Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê êrişên kîmyewî şermezar kirin
19 cotmeh, 2022   09:46
ŞEHBA

Bi dehan Dayikên Aştiyê li pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ya li gundê Til Qerah ê kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyeke da. Dayikan bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve li dijî gerîlayên HPG’ê, şermezar kir.

Dayikên Aştiyê wêneyên 17 şehîdên di êrişên kîmyewî de şehîd bûbûn, hilgirtin.

NPG’ê duh daxuyandibû ku di êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de 17 gerîla şehîd bûne.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Hêvî Silêman û endama Komîteya Dayikên Aştiyê Zekiye Yûsif bi zimanên kurdî û erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li ser navê Dayikên Aştiyê em bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker; êrişên hovane li dijî şoreşgerên azadiyê  yên bi çekên kîmyewî yên qedexekirî ku di encamê de 17 parêzvanên azadiyê li pêş çavên civakê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan şehîd bûbûn, şermezar dikin.

Dewleta dagirker a faşîst tevahî rê û rêbazên tundî û terorê, ji bo pêkanîna komkujî û siyasetên qirkirinê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, pêk tîne û hemû pîvanên exlaqî û mirovî binpê dike.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji qirkirina gel, gerîla û wêrankirina jîngeha Kurdistan û Rojhilata Navîn valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen yên azadîxwaz e. Lê berxwedana efsanewî ku gerîla pêk tîne û dewleta Tirk a dagirker dorpêç kir hişt ew bi hêrs bibe û êrişên xwe yên hovane zêde bike.

Em van êrişan qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin û bang li civat, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên navneteweyî dikin ku van êrişan bi dawî bikin û sûcdarên şer ceza bikin û bi erkên xwe yên exlaqî û berpirsiyariyên xwe yên mirovî rabin ku ku ev şer bisekine da ku ewlehî, îstîqrar û aştî pêk bê."

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA