Li dijî Hêzên Asayîşa Êzîdxanê êriş

Li Navenda Şengalê wesayeteke bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê de teqiya û di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Li dijî Hêzên Asayîşa Êzîdxanê êriş
18 cotmeh, 2022   18:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê wsayeteke bi guman li ser rêya sereke ya Şengalê bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê de teqiya.

Li gor agahiyan wesayit ji saetên nîvro de li nava Şengalê digeriya, lê ji ber ku hêzên ewlekariya yên Îraqê bi erka xwe ranebûne, hêzên Asayîşa Êzîdxanê ji bo parastina giyana welatiyan ketina nava liv û tevgerê û li dû wesayîtê ket. 

Dema Hêzên Asayîşê nêzî wesayîtê dibin, di teqe. Di encama teqînê de 2 endamên Asayîşê ku li ser erka xwe bûn birîndar bûn.

Her wiha li gor agahiyan 2welatiyên sivîl jî ku li nêzî bûyerê bûn birîndar bûne. 2 birîndar rakirin Nexweşxaneya Mûsilê û 2 jî li Nexweşxaneya Şengalê ne.