​​​​​​​Kongera Star şehîd Bêrîtan li Hesekê bi bîr anî

Kongra Star a Hesekê, bi nêzîkbûna salvegera 30 ya şehadeta şehîd Bêrîtan, merasîmek li dar xist. Beşdaran teqezî bi şopandina rêya şehîdên şoreşa azadiyê kir ku ji bo pêkanîna azadiya jinan û civakê, canê xwe feda kir.

​​​​​​​Kongera Star şehîd Bêrîtan li Hesekê bi bîr anî
18 cotmeh, 2022   14:39
HESEKÊ

Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 25`ê Cotmeha 1992`yan de, di şerê berxwedanê li hember xayîn û sîxuran de çalakiyeke fedayî li dar xist û ji bo nekeve destê ajanan, xwe ji ser lûtkeya çiyayekî li herêma Xakorkê ya Başûrê Kurdistanê avêt xwarê. Bi vê yekê bersiveke bibiryar li hember rêgeza xiyanet û ajantiyê nîşan da.

Bi nêzîkbûna salvegera 30 ya şehadeta wê re, Kongra Star bi koordîneya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), li hola navenda partiyê li taxa Xiwêran a Hesekê, merasîmek ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan bi beşdariya nûnerên rêxistinên jinan, endamên saziyên sivîl û partiyan li dar xist.

Di merasîmê de endama rêveberiya Kongra Star Peyman Efrîn axivî û got: “Em şopdarên rêya şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên azadiyê ne ku bûn sembola jinên azad. Em ê rêya wan û fikrê rêber Ocalan heta pêkanîna serkefitnê berdewam bikin.”

Peyman Efrîn wiha domand: “Divê em erk û xebatên xwe bi rêk û pêk bînin cih. Divê ev karê me layîqî fedakariyên şehîdan bin. Her wiha divê em hemû rêya şehîdan berdewam bikin.”

Di dawiya merasîmê de mûm hatin vêxistin.

ANHA