Meclisa Amûdê: Em Rojhilat bi tenê nahêlin

Meclisa navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê piştevaniya xwe bi serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re nîşan da got “Em Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nahêlin.”

Meclisa Amûdê: Em Rojhilat bi tenê nahêlin
18 cotmeh, 2022   11:56
 QAMIŞLO

Meclisa navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo îro li dijî kuştina ciwana Kurd Jîna Emînî û kiryarên rejîma Îranê li dijî xwepêşandêran, daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka meclisê Newroz Elî ve li Qada Jina Azad hat xwendin û bi dehan nûnerên saziyên jinan, civaka sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê lê amade bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de bal kişandin ser qetilkirina Jîna Emînî û serhildanên li Rojhilat û Îranê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî.

Her wiha hat destnîşankirin ku rejîma Îranê nekarî gel bê deng bike û wiha dewam kir: “Rejîma Îranê ku ji dema hatî ser desthilatê ve, rêbazên tepisandin û çewisandinê bi kar anîn, qebûl nekir ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi rêya diyalogê çareser bike, lê belê di çareseriya zordestiyê de israr kir. Heta ku pêla serhildanê li girtîgehan jî belav bû, ji lew re li Girtîgeha Evîn şewat derxist. Ev sûcekî dermirovî ye û girtiyên ku jiyana xwe ji dest daye, girtiyên siyasî bûn.”

Meclisê di dewama daxuyaniya xwe de êriş û kiryarên dermirovî yên li dijî gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şermezar kirin.

Her wiha bang li NY`yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe pêk bînin, piştgiriyê bidin serhildanê û van kiryarên hovane yên li djiî gel rawestînin.

Meclisê her wiha diyar kir ku gelê Rojava piştgiriyê didin serhildana li Rojhilat-Îranê û kiyarên tepisandin û kuştinê yên rejîma qebûl nakin û got: “Em ê gelê Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nehêlin.”

ANHA