Parlamentoya Iraqê dê 22`yê Cotmehê bicive

Hevbendiya Rêveberiya Dewletê ragihand ku dê parlamentoya Iraqê di 22’yê Cotmehê de bicive û dengdan li ser hikumeta nû were kirin.

Parlamentoya Iraqê dê 22`yê Cotmehê bicive
18 cotmeh, 2022   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevbendiya Rêveberiya Dewletê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan duh civîna xwe ya asayî ya li ser pêkanîna hikumeta nû li ofîsa serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El Helbûs li dar xistiye.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di civînê de behsa pêşketinên dawîn ên siyasî û avakirina hikumeta nû hate kirin. Hevpeymana me amadebûna xwe ji bo civîna parlamentoya Iraqê ya di 22’yê Cotmehê de ji bo dengdana hikumeta nû, ragihandiye.”