​​​​​​​Ji plansaziya 2023`yan Rêveberiya Xweser komxebat ji beşên civakê re li dar xistin

Ji bo girtina pêşniyarên beşên civakê yên têkildarî projeyên ku dê di 2023`yan de pêk werin û ji bo sepandina têgîna hevbeşiya civakî bi Rêveberiya Xweser re, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê dest bi lidarxistina komxebatan kir.

​​​​​​​Ji plansaziya 2023`yan Rêveberiya Xweser komxebat ji beşên civakê re li dar xistin
17 cotmeh, 2022   14:31
 QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina rewşa xizmetguzarî li herêmê û rêbazên pêşxistina wê, sepandina têgîna hevbeşiya civakî bi Rêveberiya Xweser li dar dixe de, Rêveberiya Xweser komxebatek ji beşên civaka Qamişlo re li dar xist da ku nêrîn û pêşniyarên wan ên têkildarî kar û projeyên ku divê sala 2023`yan pêk werin, bigire.

Di komxebatê de ku li Hola Zana ya Qamişlo li dar ketiye nûnerên saziyên sivîl, partî, rûspiyên Kurd û Ereb, deste, yekitî û meclisên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêmê beşdar bûn.

Hevserokê Meclisa Rêveber Talet Yûnis, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Arya Mela Ehmed, hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif, hevserokê Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê Mecîd Hac Elî werş bi rêve birin.

TEVLÊKIRINA RÊVEBERIYA XWESER DI GIRTINA BIRYARAN DE

Di komxebatê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yunis bixêrhatina beşdaran kir ên ku bi armanca tevlêkirina Rêveberiya Xweser di girtina biryaran de, diyarkirina kar û xebatên pêşîn, danîna planan ji bo pêşxistina civakê û rewşa civakî, amadekirina şert û mercên guncew ji bo dabînkirina jiyaneke bi rûmet ji gelên herêmê re, tev li komxebatê bûne.

Yunis bal kişand ser astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser ên ku di vê pêvajoyê de derdikevin û got: “Rêveberiya Xweser ji bo birêvebirina herêmê li gel astengiyên di aliyên siyasî, ewlehî û aborî de derdikevin û şerê li dijî projeya demokratîk û rêveberiya civakî ya herêmê ji aliyê dijminan ve tê kirin, gavên hêja avêtin.”

Yunis destnîşan kir ku dijminên projeya demokratîk a herêmê hewl didin ewlehiya wê têk bibin, aloziyan li pêşiya Rêveberiya Xweser derxin û gel li dijî wê derxin.

Her wiha Yûnis daxuyand ku nearamiya li herêmê û astengiyên ku derdikevin bi awayekî mezin bandor li karîgeriya Rêveberiya Xweser kir ku plansaziyên stratejîk û domdar deyne ji bo rewşa civakî û xizmetguzarî ya herêmê pêş bixe.

BUDCEYA 2023`YAN

Telat Yunis diyar kir ku êrişên domdar ên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zehmetiyên ku Rêveberiya Xweser pê re rû bi rû dimîne weke koçberkirina bi zorê ya şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn, gefên li dijî herêmê, dorpêç, qutkirina ava Firat û stasyona Elok û hedefgirtina saziyên xizmetguzarî û Leşkerî, zêde dikin.

Yunis di dawiya axaftina xwe de budceya sala 2023`yan a ji bo projeyên xizmetguzarî hatiye diyarkirin eşkere kir û got: “Herî kêm 18 milyon dolar e.”

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed jî destnîşan kir ku wê gelek komxebatên mîna vê di rojên bê de li herêmên din jî li dar kevin. Arya Mele Ehmed daxuyand ku Rêveberiya Xweser ji vê yekê armanc dike, têgîna pergala Rêveberiya Xweser a xwe dispêre tevlêkirina civakê di rêveberiyê û girtina biryaran de, bisepîne.

Piştî bidawîbûna axaftinan, beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe yên têkildarî plansaziya Rêveberiya Xweser a sala 2023`yan anîn ziman û di nav de ev pêşniyar hebûn: pêşxistina jêderên bazirganiyê, pêşesaziyê û çandiniyê, peydakirina tov, semad, vekirina kargehên taybet a van madeyan, pêkanîna projeyên avî ku rewşa jiyanî ya herêm bi pêş dixin.

Tê payîn komxebateke din li Hesekê di 19`ê Cotmehê de li dar keve,

(dm)

ANHA