​​​​​​​HPC’ê şêniyên herêmê ji planên valakirina herêmê hişyar kirin

HPC`ê di civînekê de ji şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo re, bal kişand ser şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne ku jê armanc dike herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike. Her wiha destnîşan kir ku şerê gel ê şoreşgerî rêya yekane ya pêkanîna serkefitnê ye.

​​​​​​​HPC’ê şêniyên herêmê ji planên valakirina herêmê hişyar kirin
17 cotmeh, 2022   14:12
QAMIŞLO

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker, amadekariyên xwe li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî didomînin, nexasim piştî ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di 6`ê Tîrmehê de.

Di vê çarçoveyê de Hêzên Parastina Civakî (HPC) ji bo sepandina rêgezên şerê gel ê şoreşgerî li hember hêzên mêtinger û êrişên dagirkeriya Tirk, civînek li hola Navenda Çandê ya navçeyê ji şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo re li dar xist. Di civînê de balkişand ser şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne ku jê armanc dike herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bike.

Di destpêka civînê de endamê rêveber ê HPC’ê Luqman Edhem rewşa siyasî û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kir û behsa komployên dewletên mêtinger û dagirker di serî de dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û armancên wan, kir.

Edhem wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şerekî taybet li dijî gelên herêmê dimeşîne û herêmê hedef digire, nexasim jinên pêşeng da ku hem wan bitirsîne, hem jî şêniyan koçber bike, bi armanca valakirina herêmê û guhertina demografiya wê.”

Edhem fedakariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina wan a destkeftiyên şoreşê silav kir û destnîşan kir ku meşa gelê herêmê ya li ser şopa fikrê rêber Ocalan û projeya neteweya demokratîk hemû planên dijmin têk birin.

Edhem bang li şêniyan kir ku ji komployên li dijî xwe baldar bin û ciwanan li ser vê esasê perwerde bikin, ji ber ku dijmin hewl dide wan ji xwe re bi kar bîne û ji herêmê derxe.

Di dawiya axaftina xwe de, Edhem teqezî pê kir ku şênî xwedî li erka xwe ya vê qonaxê derkevin û piştgiriyê bidin hêzên leşkerî û herêmê biparêzin.

(mh)

ANHA