Şer û pevçûn di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de li Efrînê didome

Şer û pevçûnên di navbera komên çete yên dewleta Tirk a dagirker de li gundên kantona Efrîna dagirkirî didomin, ku ji hemû koman kuştî û birîndar hene.

Şer û pevçûn di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de li Efrînê didome
Şer û pevçûn di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de li Efrînê didome
17 cotmeh, 2022   13:32
ŞEHBA

Çavkaniyên ji hundirê bajarê Efrînê yê dagirkirî dan zanîn ku şer û pevçûn di navbera komên çeteyan de li gundê Kefercenê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî dîsa dest pê kirin ku çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” derdora gund topbaran kir û li hember wê çeteyên “Feyleqa Sêyemîn” derdora bajarê Efrîna dagirkirî topbaran kir.

Her wiha, çavkaniyan diyar kir ku şer derbasî gundê Xaldiyê û derdora navçeya Şera bûye ku di encamê de kuştî û birîndarên ji her du aliyan ve çêbûne.

(mh)

ANHA