Kongra Star: Rejîma Îranê bi derxistina şewatê li Girtîgeha Evîn dixwaze serhildanê tesfiye bike

Kongra Star diyar kir ku şewata li Girtîgeha Evîn a bakurê Tehranê bi hişmendiya dewletê hate kirin ku dixwaze serhildana heyî tasfiye bike û got: "Em ê bi rihê Şirin Elemolî, Jîna Emînî û Zeyneb Celaliyan berxwedana li hember rejîma Îranê û dîktatorên dijî azadiya jinê têkoşîna xwe bilind bikin."

Kongra Star: Rejîma Îranê bi derxistina şewatê li Girtîgeha Evîn dixwaze serhildanê tesfiye bike
16 cotmeh, 2022   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva borî li Girtîgeha Evîn a li bakurê paytexta Îran Tehranê ku bi hezaran girtî tê de ne û beşek zêde girtiyên siyasî ne, dengê guleyan û teqînan bilind bû. Şewat li girtîgehê derket. Hate ragihandin ku di êrişa hêzên Îranê ya li ser girtiyan de 4 kesan jiyana xwe dest daye.

Kongra Star têkildarî mijarê daxuyaniyek da û tê de wiha got:

"Em Kongra Star ji duh, şev ve bi hêrseke mezin êrîşa li ser girtîgeha Evîn a li Tehranê dişopînin.

Şewata ku di girtîgeha Evîn de ku wek girtîgeha îşkence tê naskirin û piraniya girtiyên wê girtiyên siyasî, çalakvan û tekoşerên demokrasî û azadiyê ne cêbû û çek li hemberî girtiyan hate bikaranîn, ji ber serhildane li Îranê çêbû.

Nêzî 4 hefte ye li Rojhilatê Kurdistan û Iranê  gel ji ber qetilkirina Jîna Emînî rabûne serhildanê û her roj ji bo banga guhertina sîstem, demokrasî û azadiya jinê li qadan e. Ruxmî ku rejîma Iranê bi tundî êrişî xwepêşandêran dike, lê gel benda tirsê şikandin û vegera li rejîma berê qebûl nake.

girtîgeha Evîn li Tehranê gelek bi nav û deng e û bi hovîtiya xwe û îşkenceyê tê naskirin. Girtiyên di wê girtîgehê de piraniya xwe siyasî ne, çalakvan û tekoşerên demokrasî û azadiyê ne, ew kes in ku pêşengên guhertin û berxwedana wî welatî ne. Di pêvajoya dawî de gelek xwepêşandêrên ku ji hêla rejîm hatin girtin di girîtgeha Evînê de ne. Beriya vê şewatê jî di girtîgeha Evîn ve gelek kes şehîd bûn, cezayê darvekirinê li girtiyan hate ferzkirin û çarenûsa gelek girtiyên siyasî yên di girtîgehê de bi salane hîna nediyar e.

Ev ne cara yekem e ku rejîma Îranê qetilamê di girtîgehan de li hemberî kesên banga azadî û demokrasî dikin pêk tîne. Di sala 1981 heta 1988’an di girtîgehên Evîn û Koherdeşt bi destê rêjîma xymeynî bi hazaran kesên azadî û demokrasîxwaz hatin qetilkirin, heta niha hijmara wan ne nayê zanîn.  Ji ber rejîma Îranê vê qetilamê bi dizî û hêdî hêdî pêk tîne. Ev qetilam û êriş li hemberî kesên ku girtî ne û nikarin xwe li hember van êrişan biparêzin hişmendiyeke tund tê kirin.

9’ê Gulana 2010’an 4 girtiyên siyasî yên Kurd Şirin Alam-Holi, Farzad Kamangar, Ali Heydarian û Farhad Vakili ku berê bi salan li wir girtî bûn di eynî girtîgehê de hatin îdamkirin. Şirin Alam-Holi dema xwe ya di girtîgeha Evîn de li ser diwara  hûcreyê xwe ‘Jin Jiyan Azadî’ nivisand. Rihê berxwedana Şirin û rêhevalê xwe di tekoşînên roja me ya îro ku bi heman slogan û daxwaz bi pêşengtiya jin şoreşekê jiyan dike. Di heman girtîgehê de ku duh şev şewat çêbû rihê Jin Jiyan Azadi hêvî ava kir û slogana berxwedanê bû. Wexta dewlet êrişî wê girtîgehê dike, dixwaze berxwedana ku bi slogana Jin Jiyan Azadî xwe da pêş tûne bike. Ji ber rejîma Iranê nas kir ku ruxmî hemû şerê taybet û îçkenceyê nikare berxwedanê vemirîne, wê cihê ku cara yekêm slogana Jin Jiyan Azadî li Rojhilat û Iran bilind bû êriş dike.

Ev ne cara yekem e ku li dijî rejîma Îranê xwepêşandan tên lidarxistin, lê vê carê gel bi cesaret,  iradeyek mezin bi şeklekî girseyî û bi pêşengtiya jinab bi taybet ji bo rûxandina pergala rejîma îranê rabûn serhildanê. Bi banga Jin Jiyan Azadî û bimre diktatorî gel helwesta xwe diyar dike. Niha rejîma Îranê ev demek tengav bûye û hewl dide bi qetilamên li dijî gelê Kurd, Belûçî û hemû gelên ku dijî derdikevin gel bitirsînin. Ev şewata li ser girtîgehê jî bi hişmendiya dewletê hate kirin ku dixwaze wê serhildana heyî tasfiye bikin. Rejim dixwaze ji aliyek rojevê li îranê û dervayî wê biguhere û di heman demê de bi astengkirina ragihandinê agahiyan şilo bike û rastiya şewatê veşêre.

Em rejîma Îranê bi tûndî ji bo şewat û êrişa li girtîgeha Evin de şermezar dikin. Ew ji bo ewlehiya hemû girtiyan û ji bo şewata û êrişa ku pêk hat berpirsiyar e. Heta niha agahiyên ser girtiyên girtîgeha Evin ne diyar in, divê rejîma Îranê rewşa hemû girtiyan eşkere bike.

Em rejîma Îranê ji bo qetilkirina zêdeyî sedan kesên xwepêşandanan ku hejmarê wan ji ber astengkirina ragihandin ji hêla rejîm ve ne diyar e şermezar dikin.

Em hemû şehîdên girtîgehê û hemû kesên ku jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin bibîrtinin. Em têkoşîna girtiyan û hemû gelê Rojhilat û Îranê silav dikin. Divê em bi rihê berxwedana şehîd Şirin Alam-Holi têkoşîna xwe ji bo azadiya jinan û hemû gelan bilind bikin.

Her wiha em bang li hemû jinan, hemû rêxistin û kesayetên azadîxwaz û demomratîk dikin ku ji her cîhê tevlî berxwedanê bibin û piştgirî bibin berxwedana gelan. Divê em li her derê dengê xwe bidin têkoşerên azadixwaz û  berxwedêrên girtîgehan.

Bi rihê şehîd Şirin Alam-Holi, şehîd Jîna Emînî û berxwedana Zeyneb Calaliyan em dibêjin Jin Jiyan Azadî."