PYD'ê pêdiviyên xwendinê li zarokên şehîdan ên Eyn Îsayê belav kir

Îro nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk a li navçeya Eyn Îsayê qirtasî û çenteyên dibistanê li zarokên şehîdên ên li navçeyê belav kirin.

PYD'ê pêdiviyên xwendinê li zarokên şehîdan ên Eyn Îsayê belav kir
16 cotmeh, 2022   11:33
EYN ÎSA

Belavkirina pêdiviyên xwendinê li Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Eyn Îsayê pêk hat. Tê de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Fedîla Mihemed, yek ji rêveberên komîteya jinan Zuleyxa Mihemed, hevseroka nivîsgeha PYD`ê Bêrîvan Îsmaîl û zarokên şehîdan tevî malbatên xwe amade bûn. .

Bi vê boneyê Bêrîvan Îsmaîl wiha axivî: "Îro em zarokên şehîdan xelat dikin, ji ber fedekariyên ku bavên wan ji bo parastina welat dane û li hember êrişên dagirkeriya Tirk ku plana dagirkirina qadeke berfirehtir a axa Sûriyê, kolekirina gelê wê û talankirinê xêr û bêrên wê dike, sekinîne."

Piştre çente û pêdiviyên xwendinê li zarokên şehîdan hatin belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku PYD`ê dê li bajarokên El Hîşe, El Cirin û El Heba jî çente û pêdiviyên xwendinê li zarokên şehîdan belav bike.

(hs)

ANHA