2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaş hate birîn

Li Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku girtî ye, ji ber dozekê 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaş hate birîn
14 cotmeh, 2022   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Derheqê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de bi hinceta “Serdozgerê Komarê yê demê Yuksel Kocaman hedef nîşan daye” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê hat dîtin. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzerên wî jî amade bûn.

Dozger, di rûniştina 22’yê Tîrmehê de ji bo Demîrtaş bi hinceta “ji hêza tirsnak a rêxistinên sûc sûd girtiye û gef xwariye” 2 sal heta 5 salan û bi hinceta “Kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin hedef nîşan dide” jî ji salekî heta 3 salan cezayê girtîgehê xwestibû. Dozger, mutalaaya xwe dîsa dubare kir.

Heyeta dadgehê jî biryara xwe aşkera kir û bi hinceta “kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin hedef nîşan daye”, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Demîrtaş.