​​​​​​​Li Reqayê Pêşbirka Hespan dest pê kir

Bi diruşmeya "Werzîşa bav û kalan serferazî ye ku zarok vedijînin" Pêşbirka Hespên Esîl li Reqayê dest pê kir

​​​​​​​Li Reqayê Pêşbirka Hespan dest pê kir
14 cotmeh, 2022   13:42
REQA

Cluba Ceyş El Siwar a Werzîşê û Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi diruşmeya ʹʹWerzîşa bav û kalan serferazî ye ku zarok vedijîninʹʹ Pêşbirka Hespên Esîl li qada Siwariyê ya bajarê Reqayê dest pê kir. Pêşbirk bi navê Şehîd Ferhad Dêrik hatiye birêxistinkirin.

Fermdarên QSD, rûspiyên eşîran, enadmên Meclisa Sivîl a Reqayê a Reqayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên herêmê amade bûn.

/ar/uploads/files/2022/10/14/130719_mhrjan-alasalh-waltrath-alawl-llkhywl-alasylh-ynzm-fy-alrqh-28629-copy.webp

Endamê Cluba Ceyş El Siwar a Werzîşê û endamê Partiya Sûriya Pêşerojê ku pêşbirk bi rêxistin kiriye Mihemed El Erac ji ANHAʹyê re axivî û diyar kir ku pêşbirkê li ser asta  tevahî Sûriyê bi beşdarbûna 120 hespan hatiye organîzekirin ku piraniya wan ji Reqa, Tebqa, Dêrazor, Bûkemal, Minbic û Şamê ne.

Mihemed El Erac diyar kir ku dê diyarî û pere li 3 astên pêşîn ên serketî werin belavkirin.

Di tora yekemîn a hezar û 200 mître de, Şedayid El Siwar di asta yekemîn de, Îbrahîm El Dendel di asta duyemîn de û Telal El Bedran di asta sêyemîn de bi ser ketin.

Di tora duyemîn de, Xizwan Seed di asta yekemîn de, Leys El Hefel di asta duyemîn de û Sîq El Seyal di asta sêyemîn de bi ser ketin.

Di tora sêyemîn de jî, Nîzar El Herdan di asta yekemîn de, Iqab El Hefel di asta duyemîn de û Nimir El Wasil di asta sêyemîn de bi ser ketin.

Her wiha di tora çaremîn a pêşbirkê ya 2 hezar û 200 mîtreyan de, Şamix Bû Sulan, di asta yekemîn de, Sarî El Deran di asta duyemîn de û Seyf El Siwêd di asta sêyemîn de bi ser ketin.

Di tora pêncemîn de ya hezar mîtreyî de, Seyf El Îsa di asta yekemîn de, Ewad El Deham di asta duyemîn de û Iqab El Hemûd di asta sêyemîn de bi ser ketin.

Pêşbirka 3 metreyan a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku ev pêşbirk a yekemîn e ku li ser vê astê li Reqayê tê lidarxistin.

ANHA