4 roj in balafirên keşfê li ser Wargeha Mexmûrê digerin

Balafirên kefşê 4 roj in li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê digerin. Lê nayê zanîn ku balafir ên kê ne.

4 roj in balafirên keşfê li ser Wargeha Mexmûrê digerin
14 cotmeh, 2022   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Carek din ji danê sibehê ve li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) balafirên keşfê digerin. Gorî agahiyan gera balafiran hîn jî dewam dike

Ev 4 roj in bê navber balafirên keşfê û yên bêmirov li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî digerin. Nayê zanîn balafir girêdayî dewleta Tirk a dagirker in, yan yên Koalîsyona Navnetewî yan jî yên Iraqê ne.