Li Rojhilat û Îranê banga firehkirina xwepêşandanan

Siyaseta rejîma Îranê ya bêdengkirin û zilmê ya dijî xwepêşanderên Îranê, heya niha nekariya çok li xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê dane. Xwepêşandanên ji bo azadiyê û dijî qetilkirina Jîna Emînî bê navber dewam dikin. Ciwanên taxên Tahranê banga çalakiyan kirin.

Li Rojhilat û Îranê banga firehkirina xwepêşandanan
14 cotmeh, 2022   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh di roja 26’an de xwepêşandanên ji bo azadiyê û dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî bê navber dewam kir.

Duh li bajarên Rojhilatê Kurdistanê tevî êrişên hêzên rejîmê xelk li qadan bûn, li bajarê Seqiz mamosta dijî êrişên hêzên Îranê yên ser dibistan û xwendekaran, çalakiyek lidarxistin. Ciwanan li taxan agir pêxistin û dijî hêzên rejîmê xwe parastin.

Li Bane, Merîwan, Bokan, Mahabad, Sine, Kirmaşan, Îlam û gelek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ xwepêşandan dewam kirin.

Li ser asta Îranê, li bajarên Tahran, Qum, Esfehan, Ehwaz, Erak û gelek bajarên din weke rojên din xwepêşandan hatin lidarxistin. Xelk li van bajaran dijî rejîmê daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Desteya Karkeran ya sektroa neftê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber nerazîbûna karkeran, herî kêm 30 karker hatine binçavkirin.

Ji bo piştgirî û berfirehkirina çalakiyan, komek çalakvanên Ereb ên li Ehwazê bang li xelkê kirine ku îro li herêmên Ereb lê niştecihin, xelk dakevin qadan û nerazîbûna xwe bînin ziman.

Li aliyek din komek ku xwe weke Ciwanên taxên Tahranê didin nasîn, xwestin sibe bi rê û rêbazên cûda xwepêşandan û çalakî werin lidarxistin. Ciwanan di banga xwe de ragihandin ku ewê teqez bigihin azadiyê.

Hêjayî gotinê ye li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê heya niha herî kêm 201 kes ku 23 ji wan zarokin, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û hezaran kes jî hatine binçavkirin.