Zarok, xwişk û birayên şehîdan êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk şermezar kirin

Zarok, xwişk û birayên şehîdan ên herêma Firatê bi daxuyaniyekê, hedefgirtina welatiyan ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir ku herî dawî duh li bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo bû.

Zarok, xwişk û birayên şehîdan êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk şermezar kirin
13 cotmeh, 2022   13:39
KOBANÊ

Xwişka şehîd Şoreş Samoray Zên Ehmed bi beşdariya bi dehan zarok, xwişk û birayên şehîdan ên herêma Firatê daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Rojane dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan, welatiyên herêmê dike hedef, çi bi rêya tankan yan jî balafirên bêmirov. Di encamê de bi dehan welatî li herêmê şehîd dibin.

Dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike, me koçber bike da ku plana xwe ya kirêt pêk bîne ku êdî ji hemû cîhanê ve dixuye. Lê dîsa jî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bêdeng in.

Armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê ew dixwaze Başûrê Kurdistanê jî dagir bike ji ber wê, hemwext êrişan li dijî her du herêman pêk tîne.

Em bang li ciwanan dikin ku tev lî şoreşê bin ku şehîd pêşengiya wê dikin. Ev erka hemûyan e ku vê axê biparêzin.”

ANHA