​​​​​​​Pêkhateyên Helebê cejna Cimayî ya êzidiyan pîroz kir

Li Helebê êzidî, misliman û xiristiyan bi hev re cejna Cimayî pîroz kir.

​​​​​​​Pêkhateyên Helebê cejna Cimayî ya êzidiyan pîroz kir
13 cotmeh, 2022   12:08
HELEB

Bi boneya cejan Cimayî, Mala Êzidiyan a Helebê şahiyek li navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Xiristiyan û misilmanên taxê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Destpêkê mûm hatin pêxistin, piştre şêxê êzidiyan Hesen Bereket dua û sirûdên olî xwendin. Her wiha hêvî kir ku aştî li herêmê pêk were.

Endama Mala Êzidiyan Ranya Cafer jî bixêrhatina beşdaran kir û dîroka vê cejnê vegot.

Ranya Cafer got: "Em pir kêfxweş in ku tevahî pêkhate beşdarî pîrozbahiya cejna êzidiyan bûne. Ev yek bi saya rêber Abdullah Ocalan e ku banga biratiya gelan û jiyana hevbeş dike.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir jî got: "Ramanên Rêbertî em di bin sîwanekê de anîn gel hev. Em ê mil bi mil xeta şehîdan û felsefeya rêber Abdullah Ocalan temam bikin."

ANHA