​​​​​​​Kongra Star û şêniyên Girkê Legê yadê Eqîde Osman bi bîr anî

Şêniyên Girkê Legê û gundên Aliyan ên girêdayî wê, yadê Eqîde Osman di salvegera 3’yemîn a şehadeta wê de bi bîr anî. Eqîde Osman di 13’yê Cotmeha 2019’an de dema tevî karwaneke sivîlan berê xwe dida Serêkaniyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bûbû.

​​​​​​​Kongra Star û şêniyên Girkê Legê yadê Eqîde Osman bi bîr anî
13 cotmeh, 2022   11:45
QAMIŞLO

Yadê Eqîde Osman mîna bi hezaran dayik û jinên Kurd li hember zilma faşîzma Tirk sekinî û di qadên têkoşînê de pêşeng bû.

Di salvegera şehadeta xwe ya 3’yemîn de, bi beşdariya bi dehan şênî, endamên komîteyên lihevanînê, komîn û şaredariyên gel ên Girkê Legê û Kongra Star merasîma bîranînê li pêş Akademiya Yadê Eqîde ya Edaleta Jinan li bajarokê Rimêlanê yê Qamişloyê li dar ket.

Di merasîmê de hevrêya şehîd Yadê Eqîde, Esma Murad axivî û wiha got: "Yadê Eqîde ji bo doza Kurd tê dikoşî. Ji ber ku soz dabû ku li ser rêça şehîdan bimeşe."

Hevserokê Komîteya Lihevanînê ya Girkê Legê Salih El Ehmed jî wiha got: "Yadê Eqîde di hemû çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşeng bû. Xebata li ser çareserkirina dozên gel li Girkê Legê kir û ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berê xwe da Serêkaniyê û di bombebarana balafirên dewleta Tirk de şehîd bû."

Her wiha kurê Yadê Eqîde, Akif Mistefa hemû şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr anîn û soza şopandina rêça wan da.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdên azadiyê bi dawî bû.

(fr)