Rêveberiya Xweser: Divê gel li hember koçberiya sîstematîk bisekine

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew ê hemû derfetên xwe bixe xizmeta gel û bang li gelê herêmê kir ku li hemberî koçberiya sîstematîk ku xetereyê li ser gel û siberoja wî çêdike û gefê li ewlehiya civakî dixwe, bisekinin.

Rêveberiya Xweser: Divê gel li hember koçberiya sîstematîk bisekine
13 cotmeh, 2022   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bûyera noqbûna keştiyê ku bi dehan ciwanên ji Rojava hewl dida pê biçin Ewropayê, daxuyanî da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de îşaret bi trajediya koçberkirin û koçberiya ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe azarên wê dikişîne kir û wiha got: "Dosyaya koçberkirin û koçberiya bi darê zorê ji xetertirîn û mezintirîn dosyayên ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe azaran wê dikişîne ye. Bi xwe re guhartina demografîk tîne. Gelek mijarên siyasî li ser vê yekê tên qezenckirin û rêveçûna wê li gorî ajandeyên hêzên hegemon hatiye xêzkirin. Zêdetirî nîvê gelê Sûriyê azarên koçberkirina bi darê zorê û koçberiya ber bi dewletên cîran û kampên penaberiyê ve dikişînin.

Para herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şerên û terora navneteweyî ku rejîmên hegemon û dewletî bi rêxistinkirin e, ya herî mezin bû, bi taybet ji hêla dewleta Tirk ve ku siyasetên qirêj li ser herêmê meşandin û dimeşîne.

Ev rêveberî xwedî nêrîn û projeyên avaker ên têkildarî mîrasa xwe ya siyasî û tecrûbeya xwe ya têkoşînê ye ku dikeve xizmetî Sûriyê bi giştî. Rêveberiyê gelek destekftiyên nîştimanî û dîrokî bi saya bi hezaran şehîdên ji vî welatî bi dest xistin. Girîngiya parastina destkeftiyan ne kêmî pêkanîna destkeftiyan e û ew ereke nîştimanî ye û fena ferzek li ser civakê hemûyan e, ruxmî zehmetî û astengiyên jiyanî yên rojane li hember welatiyên herêmê bi giştî ne. Li kêlek wê jî dijmin û sîxur kêliyekî jî di derbekirina vê tecrûbeyê de bi paş de naavêjin. Ev desktefiya nîştimanî ya dîrokî ji aliyekî ve bi hemû rêbazan hewl didin bi rêya şerê taybet vala derxin, nexasim hedefgirtina beşa ciwanan di hembêza xwe û teşwîqkirina wan li ser koçberiya li derveyî welat. Lê ev beş di avakirina pêşeroja gel û civakan de roleke avaker û zindî dilîze.

Bi wê re windakirina wan di rêyên koçberiyê de piştî dayîna pereyan ji torên mafyayê re girêdayî îstîxbaratên aliyên navneteweyî û herêmî ne, tê de hin muxalefetên sûrî ku bi pereyên siyasî tên fînansekirin beşdar in, ew jî şêwe û rêveçûneke din a koçberiya bi darê zorê û guhartina demografîk e. Armanca wan ruhê têkçûyînê geş bikin û têgînên nerast ên koçberiyê li ser ferd, civak û malbatan belav bikin. Di encamê de enerjiyên mirovan xerc bikin, malbatan belav bikin û wan di siyasetên tevlêbûna li civakên nû winda bikin.

Dê ciwan li dewletên koçberî wan bûne, bibin enerjiyên mizexêr ji gelên wan dewletan re yan jî li hember bêkariyê û cudabûna çandan bin. Mîna niha li dewleta Tirk pêk tê ku wan weke belgeya penaberên di siyasetên xwe yên bi dewletên cîran û civata navneteweyî de bi kar tînin û li dijî nijadperestiyê û çandina ruhê nefretê bi kar tînin. Hêdî hêdî wan bi fikrên radîkal perwerde dikin da ku di dawiyê bixin nava şeran. Me ev yek di tecrûbeya Rêveberiya Xweser de dît. Ji ber piranî endamên terorîstê ji kesên koçber bûne û şerê Sûriyê li van herêman dikin.

Em sersaxiyê didin hemû malbatên ku welatiyên xwe li ser rêyên koçberiyê winda kirine, nexasim ên noqî deryayan bûne. Di heman demê de em teqez dikin ku rêveberiya ku bi fedekarî û kedên welatiyên xwe hatiye ava kirin, ruxmî derfetên diyar û terora heyeî em ê bi yek destî bixebitin û hemû enerjî û derfetên heyî bixin xizmetî gelê xwe bi hemû pêkhateyan û dê pêdiviya welat û rêveberiyê bi enerjiyên welatiyên xwe hebin.

Em bang li tevahî pêkhatên rêveberî û gel dikin ku ji van tor û bazirganên mirovan hişyar bin û bi hev re li ser eşkerekirian van siyasetan û sekna li hember koçberiya bimetod bixebitin ku gefeke ewlehî li ser civak û binesaziya wê çêdikin, her wiha di ter û hişk de li kêlek rêveberiyê bisekinin, bi axa, herêmên xwe ji gund, bajar û bajarokan va girêdayî bin, rola xwe ya xwezayî di saziyên rêveberiyê de bilîzin, geş bikin û bi pêş bixin ku ew encamên 10 salan in. Ji ber di wê oxirê e bi hezaran welatî, şoreşger, têkoşerên kurdistanî û cîhanî şehîd bûn û birîndar bûn, da ku nîşfên bê bi azad, aştî û ewlehî bijîn."

(fr)