Malbat û hevalên şehîd Seed soza şopandina rêya wî da

Di salvegera 3`yemîn a şehadeta wî de, malbata şehîd Sead Ehmed û hevalên wî tekez kirin ku ew li ser rêya heqîqetê ya ku Seed û hevalên wî di oxira wê de şehîd bûne bin û destnîşan kirin ku dê bi kamerayên xwe ragihandina rastiya herêmê û şoreşa wê berdewam bikin.

Malbat û hevalên şehîd Seed soza şopandina rêya wî da
13 cotmeh, 2022   01:52
HESEKÊ

Hevalê me Seed bê teredud bi kameraya xwe karwanên welatiyan kişand ku dev ji warên xwe bernedan û ji bo piştigiriya ciwanên xwe li herêma Serêkaniyê man. Di kêliya ku qêrînên berxwedanê li seranserî kolanên bajêr deng vedabû, balafirên dewleta Tirk a dagirker piştî nîvroya 13`ê Cotmeha 2019`an karwanên welatiyan kirin hedef. Ew qada berxwedanê veguherî qada cenazeyên ku li her derê belav bûne.

Ji bo ragihandina rastiyan û berxwedana gelên herêmê li hember êrişên hovane yên li dijî herêmê hevalê me Seed, hevalê wî Mihemed Reşo ku peyamnêrê Çira TV bû û gelek welatiyên din şehîd bûn.

Di salvegera 3`yemîn a şehadeta hevrêyê me de, malbata wî û yek ji rêveberên ajansê û hevalên wî yên pê re kar dikirin ji me re axivîn.

Bavê şehîd Seed Mihemed Seîd Şêxmûs Ehmed kurê xwe û hevalê wî Mihemed Reşo bi bîr anî û wiha got: “Di 13’ê Cotmeha 2019’an de Seed û hevalê wî Mihemed Reşo û hevalên wî yên mayî yên rojnamevan ji bo belgekirina rastiya gelên herêmê û êrîşên ku li ser herêmê tên kirin û berxwedana şervanan, li gel karwanekî sivîlan derbasî Serêkaniyê bûn.”

Mihemed Ehmed wiha lê zêde kir: “Dagirkeriya Tirk wê demê cudahî nedixist navbera welatî, rojnamevan û kadroyên tenduristiyê, rêz ji zagonên şer ên wê demê nedigirt. Dema karwanê welatiyan derbasî Serêkaniyê bû, balafirên dagirkeriya Tirk yekser ew kir armanca."

Bavê şehîd Sead destnîşan kir ku di şoreşa Rojava de gelek rojnamevan şehîd bûn û wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirk ji ragihandina me ditirse ji ber ku rastiya sûcên wê eşkere dike. Em teqez in ku ew ji kameraya di destê ciwanên me de û ragihandina me ditirse.”

`DIVÊ EM LI SER ŞOPA ŞEHÎDÊN XWE BI`

Bavê şehîd Seed bang li gel û pêkhateyên herêmê kir û got: “Em bang li hemû gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku di rewşeke zehmet re derbas dibin, lê em gihiştine wê asta ku em berhemên serhildan û berxwedana xwe bi dest dixin. Ji bo wê divê li ser şopa şehîdên xwe bin ku di oxira rastiya vê axê de şehîd bû.”

Di dawiyê de Mihemed Saîd Ehmed got: “Em malbata şehîd Seed Soz didin ku li ser şopa şehîdên xwe bin ku îro bi saya wan em li ser vê axê ne  û em ê li xwîna wan xwedî derkevin.”

`JI BO RAGIHANDINA RASTIYA VE SORESE DE KAMERA U PENUSEN ME DI DESTE ME DE BIN`

Li aliyekî din jî endamê rêveberiya ajansa me , Ehmed Mihemed şehîdên ajansê û şehîdên raghandina azad bi bîr anîn û destnîşan kirin ku ew ê veguhastina rastiyê û azarên gelên bindest berdewam bikin.

Mihemed wiha pê de çû: “Wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê û Ragihandina Azad, dê li ser şopa şehîdên xwe ne, ji bo raghandina rastiya şoreşa 19`ê Tîrmehê. Em ê li hember hemû zehmetiyan bisekinin.”

Mihemed destnîşan kir ku ew ê kar û xebatên xwe ji bo eşkerekirina rastiya gelên herêmê, modela lê hatiye avakirin û belgekirina fedakariyên bi hezaran welatiyan û şervanan ku di oxira parastina vê şoreşê û destkeftiyên wê de canê xwe feda kirin, berdewam bikin û got: “Ji erka me ye ku em armanca ku şehîd Seed, Dilîşan, Rizgar û Hogir ji bo wê şehîd bûne, pêk bînin. Divê em şopdarên rêya wan bin.”

Mihemed teqez kir ku ANHA dê di xizmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bimîne û dê rêyên hevalên xwe berdewam bikin û rastiya herêmê ragihînin.

`SEED BI KAMERAYA XWE XWEST RASTIYA BERXWEDANA SERÊKANIYÊ EŞKERE BIKE`

Rojnamevana NÛ JINHA Sorgul Şêxo ku hevala şehîd Seed Ehmed bû di destpêka axaftina xwe de şehîd Seed bibîr anî û bal kişand ser girîngiya rola ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di danasîna şoreşa Sûriyê de û got: “Di berxwedana Serêkaniyê de ez bi şehîd Seed Ehmed re çûm bajêr, ji bo ku karwanê bişopînin ku ji bo piştgiriya xelkê bajêr, derbasî Serêkaniyê bû.”

Sorgul Şêxo wiha berdewam kir: “Lê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker karwanê welatiyan kir hedef û di encamê de Seed û Mihemed Reşo şehîd bûn.”

Her wiha Sorgul Şêxo got: "Di sêyemîn salvegera şehadeta hevalê me Saad de, em dibêjin dê dev ji rêya wan bernedin. Ji bo ku armanc û xewnên wan di eşkerekirina rastiyê de eşkere bikin ku ji bo şehîd bûn. Em îro bi hemû rêbazan hewl didin rastiya vê dagirkeriyê û sûcên wê ku li herêmên dagirkirî pêk tîne eşkere bikin."

Sorgul Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di destpêkê de rojnameger û çapemeniya azad dike hedef, ji ber ku baş dizane eşkerekirina sûcên wê yên bikaranîna çekên kîmyawî dê bandor li qada navneteweyî bike ji ber wê, rojnamevanan dikin hedef û xebatên wan asteng dikin.

Sorgul Şêxo di dawiyê de got: “Em li ser rêya heqîqetê û rêya Seed û hemû hevkarên xwe yên ragihandinê ne û em ranawestin. Ger em şehîd bibin dê kesek hebe ku kamera û pênûsên me li erdê nehêlin û dê rêya heqîqetê ya ku me kiriye rêya xwe, temam bike."

ANHA