Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihaşt Silopiya

Cenazeyê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin, ji deriyê sînor ê Xabûrê derbasî Silopiyayê bû.

Cenazeyê Nagîhan Akarsel gihaşt Silopiya
12 cotmeh, 2022   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê, akademîsyen, û rojnameger Nagihan Akarsel a di 4’ê Cotmehê di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin, gihaşt navçeya Silopiya ya Şirnexê. Cenazeyê Akarsel ê ku bi rojan bi hiceta “belgeyên kêm” şandina wê ya bi balafirê tê astengkirin, îro bi rêya bejahiyê hate birêkirin.

Cenazeyê ku ji deriyê sînor ê Xabûr yê navçeya Silopiya ya Şirnexê derbas bû, ji bo ku were veşartin ber bi bajarê wê Konyayê ve tê birêkirin.