Rêya di navbera M4 û Amûdê de hate çêkirin

Ji bo rêya di navbera M4 û navçeya Amûdê de ji aliyê Rêveberiya Herêmî û Jingehê ya herêma Cizîrê ku ev demek tê sererastkirin, îro daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em ê hertim nava kar û xebat de bin ji bo gelê xwe.” 

Rêya di navbera M4 û Amûdê de hate çêkirin
12 cotmeh, 2022   14:58
QAMIŞLO

Rêveberiya Herêmî û Jingehê ya herêma Cizîrê ji bo çêkirina riyên herêmê li ser du qonaxan xebat dabûn destpêkirin. Qonaxa yekê di sala 2020’an de dest pê kir û 12 kîlometre ji navçeya Amûdê hetanî gundê Sincaqa Sedun hat ziftkirin. Qonaxa duyem jî ji rêya M4 hetanî Sincaqa Sedon dê sibe xilas bibe.

 Hevserokê Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Silêman Ereb îro li ser rêya di navbera M4 û navçeya Amûdê de nêzî gundê Sincaqa Sedun axivî û wiha got: “Ev demeke ji bo ziftkirina rêya di navbera navçeya Amûdê û M4 de kar û xebat dihat meşandin. Ev rê, rêyek stratejîk e. Li ser daxwaza gel û şaredariyan me dest bi vê xebatê kir.

Ereb destnîşan kir ku wê qonaxa duyemîn sibe bidawî bibe û rê bi temamî were ziftkirin,

Silêman Ereb balkişand ser stratejî û girîngiya çêkirina vê rêyê û wiha berdewam kir: “Ev piroje, pirojeyeke girîng e ji ber ku ev rê navçeya Amûdê bi rêya M4 ve girê dide ku dirêjahiya wê 35 kîlometre ne.”

Derbarê lêçûna projeyê de Ereb ev agahî parve kirin: “Bi giştî lêçûna projeyê 430 hezar dolar e. Çêkirina vê riyê di çend qonaxan re derbas bû, hetanî ku me çêkir. Destpêkê em 26 kîlometre rê qeşirand û piştre jî tebeqeyek bi qasî 3 cm hate danîn. Di dawî de rê bi rêk û pêk hatiye çêkirin û ketiye xizmeta gelê me de.”

Hevserokê Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê Silêman Ereb, di dawiyê de got: “Ji bo çêkirina rêyên ku demeke dirêj bi vê xebatê radibin û ji bo hemû karmed û endîzyarên ku xebatan dane meşandin, em spasiya wan dikin û dibêjin destê wan saxibe. Gelek spas ku ev xizmet ji bo gel me kir û niha jî bûye cihê dilşadiyê di nav herêmê de. Carek din em vê pirojeyê diyarî gelê xwe dikin.”

(dg)

ANHA