Parlamentoya Iraqê wê ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê bicive

Parlamenterê Iraqê ragihand ku biryar hat dayîn ku di 13ʹê Cotmehê de parlamentoya Iraqê derbarê hilbijartina kesek ji bo wezîfeya serokkomartiya Iraqê de kom bibe.

Parlamentoya Iraqê wê ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê bicive
11 cotmeh, 2022   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê Parlametoya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokê parlamantoyê Mihemed Helbûsî ragihand ku dê xala  yekemîn a rojeva civîna parlamantoyê ku dê roja Pêncşemê 13ʹê Cotmehê were lidarxistin, hilbijartina serokkomar be.

Hêjayî gotinê ye duh cîgirê yekem yê serokê parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî ji medya Iraqê re ragihand ku 170 parlamenteran îmze dane û banga civînek taybet ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê kirine.

Duh salek bi ser hilbijartinên pêşwext yên Iraqê derbas bû, tevî salek derbas bûye, heya niha ne serokkomarê nû yê Iraqê hatiye hilbijartin, ne jî hikumeta nû hatiye avakirin.