12 dagirker hatin cezakirin, 2 mobese hate îmhakirin

HPGʹê ragihand ku di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 12 dagirker hatine cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 pergalên kameraya mobese hate îmhakirin, derb li kepçeyekê, 2 konên leşkerî û çeperekê hate xistin. Di şeran de 2 gerîla şehîd bûn.

12 dagirker hatin cezakirin, 2 mobese hate îmhakirin
11 cotmeh, 2022   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji Mêrdînê heta Bestayê, ji Bestayê heta Zap û Metînayê ji bo parastina Kurdistanê berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Hêzên me di şertên herî giran de, bi derfetên biçûk û bi îradeyeke mezin vê berxwedana dîrokî dikin. Şerê me li ser ruhê milîtaniya fedaî ya Apoyî û gerîlatiya serdema nû pêş dikeve, derbê li dijmin dixe û hesabê dagirkeriyê dipirse. Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê ji aliyekî ve sûcê şer bi artêşa Tirk dide kirin  û dixwaze li hemberî gerîla encamekê bistîne, ji aliyê din ve jî bi rêya medyaya şerê taybet dixwaze serkeftinên sixte ava bike. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi berdêlên mezin heqîqetan ava bike û li hemberî vê heqîqetê hemû hesap û derewên hikuma şerê taybet pûç dibe.

Di çalakiyên hêzên me de 12 dagirker hatine cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 pergalên kameraya mobese hate îmhakirin, derb li kepçeyekê, 2 konên leşkerî û çeperekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker 31 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 8 caran bi balefirên şer, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran li Qadên Berxwedanê dane.

Çalakî û Êrişên hatine kirine wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Egîdên Botanê ya Şehîd Diljîn û Şehîd Şervan Êrkendî de;

Di 4’ê Îlonê de li qada Omerya ya Mêrdînê du hevalên me dema li ser peywira xwe bûn, rastî hêzên dijmin hatine. Hevalên me bi bombeyên destan û çekan ji nêz ve bi xurtî li dijmin dane û ji selametî ji qada şer derketine. Dijmin di 5’ê Îlonê de li qada Omerya operasyonek daye destpêkirin û saet di 12.50’an de di navbera hêzên me û dijmin de şer çêbûye. Ev şer heta 7’ê Îlonê destê sibehê domiyaye. Hevalên me du şev û du rojan bi qehremanî şer kirine. Dijmin ji ber ku nekariye bi her du hevalên me, 6 caran bi balefirên şer û 2 caran jî bi helîkopterênên Êrişê qad bomberdûman kirine. Ligel van bomberdûmanan jî dijmin nekariye encamekê bi dest bixe, kepçeyên zirxî anîne û xwestine biçin ser çeperên hevalên me. Li vir hevalên me li vê kepçeyê jî dane. Hevalên me Xebat  û Zana du roj û du şevan bênavber heta fîşeka xwe ya dawîn, li dijî hêza dijmin û teknîka dijmin şer kirine û ji bo ku nekevin destê dijmin bi fedaî şehîd bûne. Di van şeran de 2 dagirker hatine cezakirin, 2 jê bi giranî 7 dagirker jî birîndar bûne.

Hevalên me Zana û Xebat ên ku bi rastî jî qehreman bûne, li Bakurê Kurdistanê di şertên herî giran de gerîlatî kirine, xof xistine dilê dijmin. Ev hevalên me milîtaniya PKK’ê ya ku nayê teslîmsendin û ruhê wê yê fedaî temsîl dikin, derfetên kêm ên di destê xwe de heta dawî li hemberî dijmin bi kar anîne û bi helwesteke wêrek şehîd bûne. Heta ku fermandarên me yên wisa wêrek, bi biryar, xwedî îrade û qehreman hebe, wê têkoşîna me ya azadiyê gav bi gav ber bi serfiraziyê ve biçe û teqez bi ser bikeve.

Malbatên hêja yên hevalê me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa şehîdan bin û em ê armancên wan bi ser bixînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Xebat Kop

  Nav û paşnav: Yûnûs Kardagi

  Cihê dayikbûnê: Mûş

  Navê dê û bav: Suphiye - Mesna

  Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Îlona 2022’an / Mêrdîn

--------------

  Nasnav: Zana Rojda

  Nav û paşnav: Ramazan Guçlu

  Cihê dayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Saniye - Mûrat

  Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Îlona 2022’an / Mêrdîn

ÇALAKIYA JI BO TOLHILDANÊ

Artêşa Tirk ji 1’ê Îlonê heta 28’ê Îlonê li herêma Bagokê ya Mêrdînê, li qada di navbera Gundê Hebabê û Girê Şehîd Akîf dar biriye û ji bo dagirkeriyê rê çêkiriye. Hêzên me ev dagirker xistine bin kontrola xwe û di 28’ê Îlonê saet di 11.00’an de xwe bera nav hêzên dagirker dane. Tîmên me yên bi tevger ji nêz ve li dagirkeran dane û li vir kontrayek hatiye cezakirin, 2 kontra jî birîndar bûne. Piştre artêşa Tirk li herêmê operasyonek daye destpêkirin û bi helîkopterên Êrişê bombe kiriye û du roj şûnde bêyî ku encamekê bistîne vekişiyaye.

Ev çalakî ji bo hevalên me Xebat û Zana yên di 7’ê Îlonê de li Omeryayê şehîd bûne, hate lidarxistin.

LI BESTAYÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Li qadên Girê Sêvo û Besta Bilûzerê ya herêma Bestayê ya Botanê dagirker daran dibirin. Tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ev dagirker xistine bin kontrola xwe û di 6’ê Cotmehê saet di 07.00’an de bi sabotajê du çalakî kirine. Ev çalakiyên xurt li kamelyayên dagirkeran û çeperan hatine kirin. Di van çalakiyan de 2 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûne.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 9’ê Cotmehê de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Felat a Qada Berxwedanê ya Sîdayê dane.

Di 10’ê Cotmehê de 5 caran bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin. Di van çalakiyan de hate tespîtkirin ku 3 dagirker hatine cezakirin.

Dagirkeran li dora çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîdayê 2 pergalên kameraya mobeseyê danîne. Tîmên me yên bi tevger ev pergalên kameraya mobese dîtine û bi taktîka sabotajê feq li ber wê vedane. Dagirker dema ku xwestine pergala mobese kontrol bikin û ber bi çeperên şer ve biçin, bi taktîka sabotajê li dagirkeran hatiye xistin. Li vir 4 dagirker hatine cezakirin, 2 pergala kameraya ya mobeseyê hatiye îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 10’ê Cotmehê saet di 05.30’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane. Li vir derb li 2 konên leşkerî yên dagirkeran hatine xistin.

Di 10’ê Cotmehê de saet di 11.00’an de dema ku dagirker ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatine, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran dane. Piştî çalakiyê dagirker neçar mane, gavekê vekişin.

Di 10’ê Cotmehê de saet di 11.30’an de tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane û derb li çeperekê dane.

Di 10’ê Cotmehê de saet di 13.20’an de dema ku dagirkeran darên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê birîne, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran dane.

Di 10’ê Cotmehê saet di 15.30’an de dagirkeran dema ku xwestine çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bombe bikin, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran dane. Piştî lêdana hêzên me, dagirker neçar mane gavekê vekişin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 10’ê Cotmehê de çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 10 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 10’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda 11 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 10’ê Cotmehê de çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê FM, çeperên şer ên Şehîd Xursî yên Qada Berxwedanê ya Saca, çeperên şer ên Şehîd Botan û Şehîd Serxwebûn ên Qada Berxwedanê ya Çemço û çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîda, 9 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 10’ê Cotmehê de çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anî;

Di 10’ê Cotmehê de bejahiyên Gundê Şiyê, Gundê Şkeftiyan, Gundê Dirê yên Garê û Girê Zergelê yê Qendîlê 8 caran ji aliyên balafirên şer ve hatin bombekirin.

Di 10’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM û Girê Amediyê dehan caran bi tank, obus, hawan û çekên giran ve hatin bombekirin.

Di 10’ê Cotmehê de balafirên bêmirov li ser Qadên Berxwedanê yên Saca û Çemço geriyane. Artêşa Tirk a dagirker ev demek e ji herêma Girê Sor a Metîna heta bi Qada Berxwedanê ya Girê FM bi 3 kepçeyan xebatên çêkirina rêyan dimeşîne. Ev karê çêkirina rê li Qada Berxwedanê ya Girê FM gihîştiye girekî.

Di 10’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker bi kepçeyan hewl da ku tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.

JI ÇAPEMENIYA ŞERÊ TAYBET DÎSA NÛÇEYÊN DEREWÎN

Dîsa ji aliyê MÎT'ê ve senaryoyek bi temamî derew hat afirandin û ji aliyê çapemeniya şerê taybet a rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ve hat pêşkêşkirin. Kesê bi navê Çekdar Kaya ku di nûçeyên çapemeniya şerê taybet de cih girtiye, ti têkiliya wî bi hêzên me re nîne. Li gorî agahiyên ku ketine destê me, ew kesek e ku berê ji nava refên me reviyaye. Nûçeyên ku ji aliyê çapemeniya şerê taybet ve tên belavkirin derew e.”